Nûçegihanên ku pirsa Ocalan kirin, ketin ber lêpirsînê

Nûçegihan Bîlal Guldem û Zûhal Atlan bi hinceta ku derbarê Ocalan pirs kirine, ketin ber lêpirsînê.

Bi hinceta ku nûçegihan Bîlal Guldem û Zuhal Atlan ji mêvanên bernameyên xwe pirsên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hate destpêkirin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê rojnameger Bîlal Guldem û Zuhal Atlan de lêpirsîn hat destpêkirin û Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyê wan stand.

Nûçegihan Guldem ji bo ku di bernameya Rojev a heftane ku di Stêrk TV de tê weşandin îfade da. Li ser Guldem bi hinceta ku têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mêvanên xwe pirs kiriye bi îdiaya ku “Propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin. Li gel Guldem, lêpirsîn li mêvanên beşdarî benameyê bû Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re li Mehmet Temîzyuz jî lêpirsîn destpêkirin.

Li aliyê din li rojnameger Zuhal Atlan a ku di Platforma 1HaberVar de bernameya Panorama Mor pêşkêş dike ji ber ku di bernameyê de di pirsa xwe de gotiye “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan” bi îdiaya “Pesindana sûc û sûcdar” lêpirsîn hat destpêkirin.

Her wiha li mêvana Atlan, li Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Rûken Akça ku ji ber beşdarî bernameyê bûye jî lêpirsîn hat vekirin.