NPG: Gerîlayên çalakiyên li Çelê kirî pîroz kirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastian Gel, bi daxuyaniyekê Fermandariya Qada Zagors ji ber çalakiya 21’ê Hezîranê pêk anî pîroz kir û çalakî weke ‘serketî û bi encam’ pênase kir.

NPG, hemû fermandar û gerîlayên ku keda wan di çalakiyê de hebûn silav kir û ev peyama da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Agirî ya ku we li qada Zagrosan dayî destpêkirin, bi çalakiyên bi kemîn ku we 21’ê Hezîranê saet derdorî 05:00’an ên li dijî leşkerî artêşa Tirk yên ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve diçûn û dîsa bi awayekî xurt lêdana hêzên ji bo mudaxeleyê hatîn, her wiha 20’ê Hezîranê çalakiyên bi kemîn ên bi bandor ên li dijî hêzên dagirker ên ji Girê Elîşêr ber bi Ertûşê ve diçûn hatiye xistin, çalakiyên cihê û pir bi bandor û encam bûn.

Hemû fermandar û şervanên ku tevlî van van çalakiyên bi ruhê fedayî yê Apogerî û pispor ê demê bûne li ser navê Rêveberiya Tevgera me pîroz dikin, serkeftina çalakiyan dixwazin. Di warê gelên Kurdisan û Tirkiyeyê de hilbijartinekî girîng e, di warê bersivdayîna AKP’ê ya ku gel dixapîne, li dijî şerê derûnî û propagandayên derew zeleyeke nû û bi van çalakiyan peyamên ku tên dayîn girîng in. Tevî hemû rastiya şer a derketî holê û tevî hemû êrîşkariya rejîma AKP’ê çalakiyên ku ketina AKP’ê kifş dike ye.

Dubare hemû fermandar û şervanên ku keda wan di van çalakiyan de hene silav dikin û ji hemû şervanên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li qada were serkeftinên mezin dixwazin.”