NPG: Em ê agirê Newrozê bi serketinê tacîdar bikin!

Fermandariya Biryargeha NPG'ê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, em dibêjin ku heta meşa Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin, em ê têkoşîna xwe ya bêeman bi biryardarî dewam bikin."

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye:

"Newroz ku meşa ber bi jiyan û azadiyê ve ye, rengê biharê, yekîtiya gelan û navê serketinê ye, ji bo gelê Kurd serhildana li dijî zilm û koletiyê ye, bi pêşengiya Kawayên Hesinkar gurkirina agirê berxedanê ye, navê azadiyê ye. Têkoşîna nîv sedsalî ya Rêber Apo, berxwedana bêhempa ya artêşa me ya şehîdan a bi pêşenggiya Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan û şerê azadiyê yê 40 salan ê partiya me PKK'ê, gelê Kurd ê Newrozbûyî afirandiye. Gelê Kurd her ku têdikoşe dibe Newroz, her ku dibe Newroz azad dibe. Di şexsê hevrêyên xwe Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz şehîdên ezîz ên ku gelê Kurd ê Newrozê afirandine, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo, malbatên me yên hêja yên şehîdan, li hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin, li gelê xwe yê fedakar û welatparêz, dostên gelê xwe û gelên ku baweriya xwe bi kevneşopiya Newrozê heye hemûyan pîroz dikin. Em soz didin ku bi meşa li ser rêya têkoşîna pîroz a ku şehîdên me yên leheng bi kedeke mezin afirandine, em ê agirê Newrozê bi serketinê tacîdar bikin.

Bi navê gel û tevgerê em Newroza 2021'ê bi ruhê serketinê yê destana Garê, bi coş û moraleke mezin û bi biryardariya têkoşînê ya pêngava Dema Azadiyê ye pêşwazî dikin. Hevrêyên me yên leheng ên bi pêşengiya hevrê Şoreş Beytuşşebap li Garê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, weke şopdarên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li çiyayê ku agirê Newrozê destpêkê lê hate dadan, careke din destaneke azadiyê nivîsandin ku mohra xwe li dîrokê xist. Ruhê serketinê yê hevrêyên me yên leheng ên destana Garê nivîsandin, di Newroza nû de moraleke mezin da gelê me û dostên gelê me. Her wiha nîşanî her kesî dan ku şert û merc çi dibin bila bibin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî wê hêzêne ku di her kêliyê de dikarin serketinê biafirînin.

Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berpirsyariya ku pêşengiya Şerê Şoreşgerî yê Gel bike, ku Şerê Şoreşgerî yê Gel yekan rê ye ku wê azadiya Rêbertiya me, gelê me û welatê me Kurdistanê bîne, em dikevin saleke nû ya Newrozê. Berevajî salên din Konseya me ya Fermandaran a Hêzên Parastina Gel ku pêşbîniya wê kirî berevajî salên din sala 2021'ê wê cihê be, civîna xwe ya salê mehên zivistanê kiriye, taktîk zelal kiriye, plansazî destnîşan kiriye û bi biryardariyeke mezin daniye holê, bi rengekî hazir ketiye sala nû ya têkoşînê. Li ser van haziriyan şehîdên me yên leheng ku artêşa dagirker li Garê şikandî, bûye îfadeya herî berbiçav bê ka sala nû ya têkoşînê wê çawa bibe.

Em Hêzên Parastina Gel ku li ser hîmê felsefeya Apoyî û li ser xeta lehengiyê ya artêşa şehîdan a PKK'ê sond xwariye ku bi fedayî şer bike, heta ku em meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serfiraziyê tacîdar bikin, em diyar dikin ku bi biryardariya têkoşîna bêhempa ne. Em gelê xwe yê ku agirê Newrozê pêxistiye û bi ruhê serhildanê diçe qadan, dostên gelê xwe ji çiyayên azad silav dikin, bi ruhê fedayî yê Apoyî careke din Cejna Newrozê silav dikin û serketinê ji wan hemû hêzan re dixwazin ku agirê Newrozê gur kirine û têkoşîna azadiyê didin."