NPG'ê Fermandariya Eyaleta Cîlo pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), çalakiyên gerîla yên li Çelê yên 24-25'ê Hezîranê pîroz kir ku di encamê de du wesayitên zirxî hatin rûxandin û 23 leşker hatin kuştin. Fermandariyê destnîşan kir ku dijmin bi van çalakiyan hejiya ye.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di çalakiyên 24 û 25'ê Hezîranê de yên li dijî hêzên dijmin, encamên girîng hatine wergirtin. Di çalakiya we ya kemînê de ku 24'ê Hezîranê bi taktîkeke mezin a hostatî li qada Derava Xezalkê ya Çelê li dijî yekîneyên dijmin ên derketin operasyonê pêk hat, du wesayitên zirxî hatin rûxandin û 23 leşkerên dijmin hatin kuştin. Ev çalakiya ku li gorî ruhê serdemê bi xeta gerîla ya serdema nû hatiye kirin, dijmin hejandiye. Kemîna ku 25'ê Hezîranê li pêşiya helîkopterên Kobra yên ji Çelê difiriyan Colemêrgê li nêzî gundê Dizê hate danîn, lêdana derban a li helîkopteran tê wateya şarezatiya taktîka serdema nû.

Di serî de fermandariya we, fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne hemûyan pîroz dikin û ji we re serketinê dixwazin. Bi hezkirin û rêzdarî hemû hevrêyên tevlî vê çalakiyê bûne silav dikin ku bi taktîkên dewlemend, bi performanseke bilind û fedakariyeke mezin bêyî windahiyan bidin çalakî pêk anîn."