NPG’ê Fermandariya eyaleta Avaşîn pîroz kir

Navenda Parastina Gel yekîneyên gerîlayên eyaleta Avaşîn a borjên borî li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor lidar xistin, pîroz kir.

Daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye: “Encamên baş ji çalakiya kemînê ya li qada we ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ku 14’ê Gulanê li dijî hêzên dijmin ên li Tepê Xwedê ya li eyaleta we pêk hate de, hate bidestxistin. Bi taybet di vê çalakiyê de ku hem kemîn, taktîkên sekvanî û sabotajê di asteke herî jor de hatine bikaraîn, encamên bi bandor û xurt bi dest xwe ve anî. Tevî hemû teknîk û derfetên dijimin, bi ser hêzên dijmin de çûyîn, çek li ser leşkeran rakirin, bi hêzeke ya meneweyeteke bilind bê ku windahiyek bê dayîn vegerîn, encamekî baş ku dijmin tar û mar kiriye bi dest xistiye. Nexasim hêzên dijmin ên derbên giran xwarin, neçar mane ku çeperên xwe bihêlin û birevin.

Di vê çalakiyê de ku li ser xeta gerîlayê demê ya nû ku li gorî perspektîfên ji nû ve avakirinê bikaranîna her sê taktîkan, serketinê ji hemû fermandar û hevrêyên xwe yên di vê çalakiyê de rol lîstin re dixwazin û wan pîroz dikin.

Bi vê boneyê di serî de we û hemû hêzên li eyaletê silav dikin û serkeftinê dixwazin.