Nobeta malbata Şenyaşar îro wê li girtîgeha Xarpêtê dewam bike

Malbata Şenyaşar wê îro nobeta xwe li ber Girtîgeha Xarpêtê dewam bike, ku Fadil Şenyaşar lê dîl tê girtin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta edeletê didomînin.

Nobeta Edeletê ya malbata Şenyaşar di roja 493’an de ye. Malbat îro wê biçe dîtina Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Tipa E a Xarpêtê dîl tê girtin û nobeta xwe ya îro li vir bidomîne.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev peyam weşand: "Ez û dayika xwe îro nobeta xwe ya edeletê bi birayê xwe Fadil Şenyaşar ê ku 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin, bidomînin. Têkoşîna me ya maf û hiqûqê heta encam bigre wê didome. Em ê tu carî bêhêvî nebin."