Nobeta malbata Şenyaşar dewam dike: Dozgerê nû jî li ser şopa yê berê ye

Ferît Şenyaşar, ku tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar di nobeta edaletê de ye, diyar kir ku dozgerê 10'emîn jî daxwaza wan a ji bo hevdîtinê red kiriye.

Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bûbû, caran 549'an li ber Edliyeya Rihayê ji bo Nobedat Edaletê dest bi çalakiyê kir.

Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê bi rê ket û li ber edliyeyê têkildarî dozê agahî da mirovên li derdorê.

Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan ji dozgerê 10'emîn ê ji dosyayê re hate wezîfedarkirin, daxwaza hevdîtinê kirine, lê lê belê hatiye redkirin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku heta edalet pêk were wê ji be edliyeyê neçin.