Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar dewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Senyaşar di roja 621’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê di roja 621’emîn de didome. Ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobetê didomîne.

Malbata Şenyaşar li hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam par ve kir "Yên ku mafên wan tên binpêkirin û neheqî li wan tê kirin, ziman, ol û nasnameya wan tuneye. Divê em bi hemû kesên mazlûm re bin.. Berê me li edaletê ye. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."