Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 835'an de ye

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 835’an de li ber Edliyeya Rihayê didome.

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê ku xizm û parêzvanên parlementerê AKP'ê yê berê Îbrahîm Yildiz di 14'ê Hezîrana 2028'an de li Pirsûs a Rihayê 3 ferdên wê qetil kiribûn, 835 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Dayik Emîne Şenyaşar ku ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê, li cihê ku wekî "Quncika Edaletê ya malbata Şenyaşarê" tê binavkirin, dest bi nobedê kir. Şenyaşar pankarta "Edalet ji bo malbata Şenyaşarê" li bariyerên beton ên li ber edliyeyê daliqandin û ji welatiyên serdana wê kirin re behsa komkujiya hatiye serê wan û tiştên piştî komkujiyê qewimîne gotin.

Her wiha li ser hesabê medyaya sanal ê malbatê jî ev daxuyanî hat belavkirin: "Têkoşîna Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 835 roj in didome. Ên dilbirehm dê vê dayikê bibînin."