Nobeta Şenyaşaran di roja 23'yan de ye

Nobeta bi daxwaza 'Dad'ê ya Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurê wê ji hêla AKP'yiyan ve hatin qetilkirin û ya kurê wê Ferît Şenyaşar ev 23 roj in didome.

Nobeta 'Dad'ê ya Emîne Şenyşar û kurê wê Ferît ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin kete roja 23'yan de.

Serê sibehê Yadê Emîna û kurê wê li ber derencekên Dadgeha Rihayê dest bi çalakiya nobeta dadê kirin. Şenşaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gotin, ''Her çendî dozgerê dosyayê ber pê nayê kume bibîne û li aliyê hêzê bimîne jî, ji ber ku me dad xwest bi fermana Serdozger sê caran em hatin destgîrkirin..Em ê xwe bavêjin ber dada Xwedê û li ber xwe bidin. Di roja 23'yan de daxwaza me ya dadê didome.''