Nobeda Wanê: Eger em firsendan rast bi kar bînin wê tine bibin

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk beşdarî Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê bû û bal kişand ser krîz û kaosê û got, "Eger em firsendan rast bi kar bînin wê tine bibin."

Nobeda demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman, li Wanê di roja 39'an de berdewam kir.

Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Mensur Işik, Berdan Ozturk, Nûran Îmîr, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê yên ku dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Bedia Ozgokçe û Mustafa Avci, Hevserokên navçeyan, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî nobeta demokrasiyê ya li ber Avahiya HDP'ê ya Navçeya Îpekyoluyê bûn.

Komê di çalakiyê de pankarta "Ne îradeya qeyûm, îradeya gel" hilgirtin.

Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî.

Ozturk got, "Tirkiye niha di nava kaoseke siyasî û aborî de ye û AKP xwe ji vê kaosê xwedî dike. Kaos û krîz ji bo me hêzên demokrasiyê jî firsendan diafirîne. Eger em karibin van firsendan rast bi kar bînin, ew ê tine bibin."

Piştî axaftinan welatiyên ku dest bi nobeta rûniştinê kirin dirûşmên "Hevserokatî xeta me ya mor e","Em ê serî hildin û bi ser bikevin"Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

Çalakiya rûniştinê bi stran, tilîlî û çepikan bi dawî bû.