Nobeta malbata Şenyaşar di roja 571'ê de ye

Malbata Şenyaşar 572 roj in ji bo edaletê di nobetê de ye. Di peyama malbata Şenyaşar de hate gotin, "Ji ber edalet nîne zilm dewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li er piyan maye!"

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’ê de li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja 571’emîn de dewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dewam dike. Ferît Şenyaşar jî serê sibehê li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir. Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo herkesê edalet” bi blokên betonê yên li ber deriyê edliyeyê ve daliqand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi etîketa “Meşa Mezin” ev peyam parve kir: “Li Rihayê birîna edaletê hêj nekewiya ye. Edalet nikare kesên biax bûne paş ve bîne lê ji wijdana birîndar bûyî re dibe melhem. Ji ber edalet nîne zilm dewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye!”