Nobeda li Mêrdînê: Em li dora HDP'ê bicivin

Li Mêrdînê Nobeda Demokrasiyê dom kir. Qisekeran gotin, "Roj ew roj e ku em li dora HDP'ê bicivin."

Li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûm Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê di roja 37’emîn berdewam kir. Çalakî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê pêk hat. Rêveberên Komeleya 78’an ên Mêrdîn, Amed, Dîlok û Êlihê, wekîl û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn. Pankarta “Nikarin vîna gel desteser bikin” hat vekirin û çalakî di bin dorpêça polîsan de pêk hat.

Ji Komeleya 78’an a Dîlokê Atiye Okay got: “Vîna gel desteser kirin. Bi zîhniyeta îttîhat û terakiyê tu welat û siyaset nayê birêvebirin. Me di serdema Osmaniyan de ev yek dît. Ji bo welat neyê vê rewşê em têdikoşin. Armanca wan ne demokrasiye armanca wan ew e ku serdema lale bidomînin. Me li her deverê dît ku qeyûman çawa diziyê kirin. Ez wek welatiyek Tirkiyeyê şerm dikim. Wa dawiya wan tê. AKP li ber têkçûyînê ye. Bi nasname, rûmet, deng û zîhniyeta vî gelî neleyîzin. Em dixwazin bi biratî û wekhevî bijîn, ji vê xwezayîttir çi heye gelo?”

Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan jî destnîşan kir ku heke qeyûman tayîn dikin bila hilbijartin jî pêk neyê û got: “Hemin hûn qeyûman tayîn dikin lê wê demê çima hûn hilbijartinê dikin. Pêdiviya herî kesî bi demokrasiyê heye. Em bang li her kesî dikin; em li dijî van bêdeng bimînin wê siberojê hin bêtir pêdiviya me bi edalet û demokrasiyê çê bibe. Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin.”

Cîgirê Hevserokên HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî got: “Di serî de qeyûm li dijî vîna gelê kurd zordestiyek faşîst e. Qeyûm bertîlxwarin û dizî ye. Ji xelkê didizin û li dostik û komikên xwe belav dikin. Ji ber vê yekê em ê her bêjin dizî ye. Heta em dawî li neheqî û diziyan û bertîlxarinê bînin wê têkoşîna me dewam bike.”

Çepnî bal kişand ser cezakirinê kesên ji Doza Nisêbînê dihatin darizandin û got: “Duh cezayê muebetê li ciwanên ji doza Nisêbînê tên darizandin hat birîn. Partiya me jî û gelê me jî wê li dijî van têkoşîna xwe dewam bike. Roj roja xwedî derketin û xelekbûna derdora HDP’ê ye. Ev yekê bikin ku li dijî faşîzmê têkoşîna me mezin bibe. Em vê bikin ku siberoja me azad û rizgar bibe. Ev erdnîgarî erdnîgariya bindestan e. Em ê her biaxivin. Hûn dibînin li gel hemû zext û zilmê jî HDP li ser pêya ye.”

Nobet bi lêdana çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.