Nobeda ji bo Asayîşa Êzidxanê di roja 33'an de ye

Nobeda ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê li Şengalê pêk tê, di roja 33'an de bi biryardarî dewam dike.

Konê nobedê, ku ji bo xwedîderketina li saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi taybetî jî xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hate vedan, dewam dike.

Berxwedana xelkê Şengalê ya li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê di roja 33'an de ye.

Li gel endam û rêveberên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji gund, bajarok û navçeyên herêmê rojane gelek mirov serdana kon dikin û xwedî li asayîşa xwe derdikevin.

Armanc û daxwaza Şengaliyan ew e ku di çarçoveya qanûnên Iraqê de Asayîşa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin.