Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 239'an de ye

Xizmên girtiyan 239 roj in li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê di nobeta edaletê de ne.

Nobedat Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê li wan hatiye birîn lê nayên berdan hatiye destpêkirin, di roja 239'an de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dewam kir.

Endamên Komeleya TUAY-DER, Hewldana 78'an, HDP û DBP'ê piştgirî dan çalakgeran.

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî anî ziman ku piştî çend rojan wê çalakiya Nobeda Edaletê bikeve meha 9'an. Merwanî diyar kir ku daxwazên ew tînin ziman daxwazên civakî ne, lê belê rayedar xwe kerr dikin.

Merwanî ragihand ku ji ber xizmên wan ên girtî li girtîgehên bajarên dûr hatine bicihkirin, di cejnê de jî malbat nekarîne serdana xizmên xwe bikin û got, "Girtî li girtîgehên dûr têne ragirtin ji bo malbat nikaribin serdana wan bikin. Bi vî rengî malbatên girtiyan jî têne cezakirin."