Nobeda demokrasiyê ya li Mêrdînê didome

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê di roja 36'an de Nobeta Demokrasiyê berdewam kir. Di nobetê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, diyar kir ku gel bi xwîna eniya xwe şaredarî bi dest xistiye û ewê vîna hatiye desteserkirin ji qeyûman re nehêlin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li dijî tayînkirina qeyûm 36 rojin Nobeta Demokrasiyê li dar dixe. Îro ji ber Walîtiya Mêrdînê hemû çalakî qedexe kirine, beriya ku rêveber û parlamenterên HDP'ê dest bi çalakiyê bikin bi sedan polîs li dora avahiya HDP'ê kom bûn û avahî dorpêç kirin. Ji ber ku polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir, rêveber, endam û parlamenterên HDP'ê çalakiya xwe li avahiya HDP'ê berdewam kirin.

Di nobetê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî û diyar kir ku ewê şaredariyên xwe ji qeyûm re nehêlin. Gunay wiha got: "Bi destê Qeyûm vîna Kurdan xezp kirine. Li dijî xezpa vîna xwe 36 rojin em têdikoşin. Têkildarî qeyûm mirov dikare gelek tiştan bêje. Lê ev têra vegotina xezpa hatiye kirin nake. Tayînkirina qeyûm bi şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê didome. Em vê xezpa qeyûman qebûl nakin û em vîna xwe ji wan re nahêlin. Heta em vîna xwe ji destê wan derxin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê parastina destkeftiyên jinan heta dawî bidomînin. Pergala me ya Hevserokatiyê ne ew pergal e ku têkeve destê qeyûman. Hevserokatî xeta me ya Xemrî ye. Em ê li dijî vê xespê têkoşîna xwe berdewam bikinl."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.