Nobeda berxwedanê ya li Şengalê dewam dike

Nobeda xelkê Şengalê ya ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 20 roj in bênavber dewam dike. Xelkê Şengalê dibêje, heta ku daxwazên wan pêk were û asayîşa wan bi rengekî fermî bê qebûlkirin wê çalakiya xwe dewam bike.

Xelkê Şengalê nerazîbûn û berxwedana xwe ya li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, bi nobeda berxwedanê ya li Navenda Asayîşa Êzidxanê dewam dike.

Çalakiya ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" dest pê kir îro di roja 20'î de ye. Nobedarên îro endamên meclîs û saziyên Şengalê ye.

Xelkê Şengalê jî ji bajarok, gund û navçeyan pêl bi pêl serdana konê berxwedanê dike û xwedî li asayîşa xwe derdikeve.

Beşdarên çalakiyê bi biryar in ku heta Asayîşa Êzidxanê bi rengekî fermî bê qebûlkirin û rêveberiya xweser a Şengalê bê naskirin, çalakiyên xwe dewam bikin.