Nobeda Amed: Ev gel napejirîne, rê nade!

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 34’an de ye, desteserkirina şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn, Pasûr û Qereyaziyê hate protestokirin.

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Amedê di 34’emîn dewam kir. Îro jî li Amedê bi sedan endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li Kolana Liseyê di kom bûn û Nobeda Demokrasiyê lidar xistin.

Di nobedê de welatiyan pankartên "Qeyûm wê biçin em ê bimînin", “Em bi berxwedanê bi ser bikevin” , “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “Qeyûm koletiyê, têkoşîn azadiyê li pêş dixe” û "Vîna xwe biparêze" vekirin. Girseyê di bin dorpêça polîsan de çalakî li nobedê girt û bênavber dirûşm berz kirin û stran gotin û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.

Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin û rêveberiya xwe û rêveberên Navenda Giştî ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û odeyên girêdayî wê destek dan nobedê. Rêveber û endamên TMMOB’ê jî ji Kolana Ekînceler a semta Ofîsê heta cihê çalakiyê li gel asteng derxistina polîsan jî bi pankarta “Dest nede vîna min” meşiyan û beşdar bûn. Endezyar û avahîsaz ji aliyê girseyê ve lêdana çepikan hatin pêşwazîkirin.

Piştî demek dirêj rûniştinê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di destpêkê de li ser navê Partiyên Îttîfaka Kurdistanî Serokê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û bibîr xist ku gelê Kurd di dîrokê de tim di nava berxwedanê de ye û tu carî stûyê xwe xwar nekiriye û ji ber vê yekê ew ê ji niha şûn ve jî xwar nekin.

Piştre rêveberê Federasyona Komeleyên Depê (KARDEF) Savaş Erdogan axivî û da zanîn ku ew li dijî qeyûm û ji bo anîna demokrasiyê beşdarî nobetê bûne û wiha got: “Em bi salane wek bira dijîn. Kesên ku bi tayînkirina qeyûm darbe li demokrasiyê xistin zirarê didin biratiya me.”

Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz jî destnîşan kir ku ji bo piştevaniya demokrasiyê û li dijî destserkirina vîna gel tevlî çalakiyê bûne û got: “Di rojeva Tirkiyê de eyba demokrasiyê û binpêkirinên mafan heye. Biryara qeyûman biryareke siyasiye. Ev darbeyeke ku li dîroka demokrasiyê xistine. Wê ev gel ti carî darbeyên we efû neke û ji bo vê jî li ber xwe dide. Wê ev gel destûr nede van pêkanînên we. Em vê desteserkirina vîna gel bi tundî şermezar dikin.” Koramaz herî dawî diyar kir ku berxwedana ku bi salane didin wê li hemberî tayînkirina qeyûman jî bidin.

Herî dawî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî axivî û biryara ji nûve ya girtina Hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de bibîr xist û got: “Daraza ku 5 sal e naxebite ji bo ku li demokrasiyê û Kurdan darbeyê bike dixebite. Ev berdewama darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an e û 19’ê Tebaxê ye. Li hemberî vê darbeyê ne HDP, ne Demîrtaş, ne jî Yuksekdag gavekê jî paş ve navêje.”

Piştî daxuyaniyê girse 10 deqeyan çalçakiya rûniştinê lidar xistin û belav bûn.