Nivîskarên Kerkûkê piştgirî dan HDP’ê

Nivîskarên bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê yên piştgiriya xwe ji bo HDP anîn ziman destnîşan kirin ku Tirkiye sînorên demokrasiyê derbas kiriye.

Nivîskarên Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo HDP’ê ya ku ji bo bi destxistina mafê xwe û xwedîderketina gel a li vîna xwe banga daketina kolanan û çalakiyên xwe her diçin berfirehtir dikin, nîşan da.

 ‘HDP HÊZA DIYARKER A TIRKIYEYÊ YE’

Nivîskar û siyasetmedarê bajarê Kerkûkê Hîmdad Şahîn di derbarê rewşa niha ya li Bakurê Kurdistanê û rola HDP’ê ji ANF’ê re axivî û got: “Rewşa ku niha li Bakurê Kurdistanê heye darbeya ku AKP’ê bi serkêşiya Erdogan pêkanî nîşan dide ku HDP hêza diyarker a Tirkiyeyê ye. Encama hilbijartina Stenbolê mînaka vê ya herî ber biçav e.”

 ‘BI ŞANAZÎ PIŞTEVANIYA HEMÛ DENGÊN AZAD DIKIM’

Di derbarê rewatiya HDP’ê de jî Şahîn ev got: “Li Bakurê Kurdistanê tenê HDP nûnertiya pirsgirêka siyasî ya gelê Kurd dike û mafdar e. Çawa ku Rêber APO jî dibêje ku ‘eger hemû cîhan li dijî te be û tu mafdar bî tu yê serbikevî û eger hemû cîhan bi te re be û neheq bî tu yê binbikevî.’Eger hemû cîhan dijbertiya HDP’ê bikin jî, wê bi serbikeve.”

‘PÎVANÊN DEMOKRASIYÊ LI SER HER TIŞTÎ RE YE’

Nivîskar û dîrokzanê Kerkûkî Simko Behroz li ser vê mijarê axivî û got: “Di roja me ya îro de pîvanê demokrasiyê xwedî girîngiyeke taybete ku li cîhanê û bi taybetî li welatên pêşketî wek pîvaneke sereke tê destgirtin. Ji ber ku hikûmet, serokê welat û şaredariyan bi wan pîvanên demokratîk ve têne hilbijartin.”

 ‘BIDESTXISTINA ŞAREDARIYAN MAFEKÎ REWA YÊ HDP’Ê YE’

Behroz bi domdarî got: “Yek ji wan pêngavên girîng ku HDP’ê avêtî, pîvanê demokrasiyê bû ku bi dengê gel û mafê xwe yê rewa şaredarî qezenc kir. Ji ber vê serkevtina HDP û qezenckirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê mafê wê yê rewa ye.”

 ‘TIRKIYE DERKETIYE DERVEYÎ ÇARÇOVEYA SÎNORÊN DEMOKRASIYÊ’

Nivîskar Behroz bal kişand ser siyaseta îro ya li Turkiye û ev nirxandin kir: “Turkiye bi desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê re derketiye derveyî çarçoveya sînorên demokrasiyê. Ji niha ve Turkiye siyaseteke îslamî ya nedemokratîk dimeşîne ku hemû pêvanên demokrasiyê binpêkiriye.”

Bahoz bi gotina ‘Helwesta kesên mafê HDP’ê diparêzin helwesta min e û piştevaniya HDP’ê dikim. Li gel kesên li dijî qeyûman rabûne me’ helweta xwe nîşan da.

‘LI HER CIHÊ KURD LÊNE DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ KIRIN’

Nivîskar û Dîroknas Sitar Ceberî jî diyar kir ku divê ew ne tenê piştevaniya HDP’ê bikin û got: “Li her cihê ku mafê Kurdan lê tê xwarin divê em piştevaniya Kurdan bikin û ji bo bidestxistina mafê rewa yê gelê xwe dakevin kolanan. HDP mafê xwe dixwaze û heqê kesê nexwariye. Mafê HDP’ê hatiye xwarin.

‘DEWLETA TIRK JÎ DÎROKÊ VE MAFÊ KURDAN XWARIYE’

Cebarî bal kişand ser êrîş û talankirina dewleta Tirk a li dîrokê li ser gelê Kurd û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk ne tenê mafê Kurdên Bakurê Kurdistanê dixwe, di dîroka Kurdistanê de mafê gelê Kurd xwariye. Nimûneya vê dema li Sovyetê Kurdistana Sor ava dibe, Kemal Ataturk diçe gel Bolşevîkan û ji bo têkbirina Kurdistanê li hev dikin. Dewleta Tirk ji aştiyê bawer nake. Ez piştevaniya xwuşk û biaryên xwe yên HDP’î dikim. Bila kolanan vala nekin û çalakiyên xwe xurtir bikin.”