Nivîskarê Kurd Adil Başaran hate girtin

Nivîskarê Kurd Adl Başaran ê 20’ê Adarê ji ber xebatên KCD, tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê yên di navbera salên 2015-2019’an, hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Di 20'ê Adarê de li Mêrdînê di avêtina ser malan de rêvebirê HDP'a MÊrdînê Ahmet Eken, Nûnerê Odeya Endezyarên Nexşeyê yê Mêrdînê Abdulvahap Irmak, nivîskar Adil Başaran, Abdulvahap Sirdaş û Cîhan Arslan hatibûn destgîrkirin. Cîhan Arslan, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan û her 4 kesên din jî sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Her 4 kes ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û daxuyaniyên çapemeniyê yên sala 2015-2019'an hatin tawanbarkirin û hat diyarkirin ku "şahidê nepen" îfade li ser wan daye.

Piştî lêpirsîna li dozgeriyê nivîskar Başaran bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar hat kirin. Kesên din jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin. Her 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Başaran jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.