Nîşeyên ji kongreya Tevgera Azadî

Kongreya Tevgera Azadî ya damezirandinê îro saet di 10.30’an de li Silêmaniyê hatibû destpêkirin.

Ji bajarên Kelar, Kifrî, Rizgarî, Serkala yên Germiyanê û gundên wê; ji herêm û bajarê Helepçe û Hewramanê; ji Hewlêr, Zaxo û Duhokê û ji gelek gund û bajarên Behdînanê; ji herêma Raperînê Ranya, Sengaser, Jarawa, Keladiz; ji Silêmanî, Seyîd Sadik, Pencwîn, Şarezer, Kerkûk û derdora wê nêzî 700 delege beşdarî kongreyê bûn. Li ser navê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê heyeteke ku ji 3 kesan pêk tê jî beşdarî kongreyê bû.

KONGREYA BI BEŞDARIYEKE ZÊDE

Aliyê herî balkêş ê kongreyê, eleqeya li ser kongreyê bû. 700 delege û 200 ronakbîr, nivîskar û kesên serbixwe jî tê de, ji gelek çînên civakê kes beşdarî kongreyê bûn.

Ev kongre ji kongreyên partiyên li Başûrê Kurdistanê gelekî cihê bû. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê kongreyên partiyan bi beşdariyeke hindik û teng a partiyan dihat lidarxistin. Ji ber vê jî ji kongreyên PDK, YNK, Goran, Îslamî Yekgirtû, Komala Îslamî cihêtir bû. Demek berê kongreya Tevgera Nifşên Nû û partiyên Koalîsyona Demokrasî û Edaletê jî hatibû lidarxistin. Kongreyên van partiyan ji çapemeniyê re girtî bû û beşdariyeke teng li kongreyê hebû.

JINAN ELEQEYEKE ZÊDE NÎŞAN DAN

Jinan eleqeyeke zêde nîşanî kongreyê dan. Li Başûrê Kurdistanê cara pêşîn ew qas jin beşdarî kongreya partiyekê bûn. Jixwe bername û rêziknameya wê jî ji ya partiyên din cihêtir bû. Di Zagona Partiyan a Iraqê de pergala hevserokatiyê tune. Lê Tevgera Azadî ligel vî tiştî jî wê xebatên xwe bi pergala hevserokatiyê bidomîne. Di axaftinan de jî ev derket holê. Li Başûrê Kurdistanê bû yekemîn partî ku kotaya zayendî xist bernameya xwe. Tevgera Azadî kotaya zayendî ya ji sedî 40 ji xwe re esas digire.

HEMÛ GELÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÊ DE CIH GIRTIN

Di nav Tevgera Azadî de Ereb, Asûr, Tirkmen jî hene. Ne wekî endamên partiyê, di rêveberiya partiyê de jî

wekî nûnerên gelan kotaya wan amade ye. Ji ber vê jî îddîaya wê ne ev e ku bi tenê kêşeyên Kurdan, jinan, zarokan û hejaran çareser bike. Partiyeke wisa ye ku îddîaya wê heye ku ji bo kêşeyên di navbera gelan de jî çareser bike. Partiyê rêzikname û bernameya xwe wisa ava kiriye.

Di kongreyê de her kes bi zimanê xwe yê zikmakî axivî. Hin beşdar bi Tirkmenî, Erebî, yan jî bi Siryanî axivîn. Dema ku nûnerên gelan bi zimanê xwe diaxivîn, girseyê li çepikan dida.

HEYECANA DELEGEYAN Û PEYAMA DEMOKRATÎKBÛNÊ

Hemû delege bi heyecan bûn. Dema bi hev re diaxivîn qala cihêbûna Tevgera Azadî dikirin, rûyê wan dikeniya. 

Ev kongreya damezirandinê bû û rêveberiya partiyê ya dîwanê lîsteya xwe pêşkêş kir. Ji delegeyan re hate gotin ku ew dikarin kesan pêşniyaz bikin. Hin delegeyan mafê axaftinê stendin û piştgiriya pêşniyaza dîwanê kirin.

Peyamên hevpar ên delegeyan ev bû: “Me kongreya xwe li dar xist. Niha jî hilbijartin li benda me ye. Di hilbijartinan de em ê encamê bi dest bixin û Başûrê Kurdistanê û Iraqê demokratîk bikin.”