Nifşê Nû li dijî hikûmetê çalakiyek li dar xist

Îro aligirên Nifşê Nû (Newey Nwê) li dijî desthilatdariya hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanî çalakiyek lidarxist. Li Dihok û Hewlêrê çalakî hatin astengkirin.

Beriya çend rojan Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdûl Wehîd ragihand ku ew ê li bajarê Silêmanî, Dihok, Hewlêr û Helebce çalakiyên girseyî li dar bixin. Îro li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna Şaswar Ebdûl Wehîd li Parka Azadî çalakiyek hate lidarxistin.

Li aliyê din biryar bû îro li bajarên Hewlêr, Dihok û Helebce jî çalakî werin lidarxistin lê hêzên ewlehiyê çalakî asteng kirin. Hêzekî zêde yên ewlehiyê li qada çalakiyê bûn û dest danîn li ser beşek ji alavên çapemeniyê.

Li bajarê Helebce jî ji ber metirsiya belavbûna vîrosa Corana rêveberiya Helebce çalakî taloq kir.