Nifşê Nû banga koalîsyonê li partiyên mûxalif kir

Tevgera Nîfşê Nû diyar kir ku PDK û YNK’ê di hilbijartina Başûrê Kurdistanê de sextekarî kiriye û encamên hilbijartinê red kir. Nifşê NÛ banga koalîsyonê jî li partiyên mûxalif kir.

Tevgera Nifşê Nû, nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartina 12’ê Gulanê da ya ku hilbijartina parlamentoya ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê ve hatî kirin. Nifşê Nû li Silêmaniyê daxuyaniyeke da çapemeniyê û  diyar kir ku encamên hatine eşkerekirin ti eleqeya xwe bi rastiyê ve nîn e.

SIXTEKARIYA BI RÊK Û PÊK

Serokê Lîsteya Nifşê Nû ya Hewlêrê Rabûn Merûf di civîna li avahiya partiyê de axivî û wiha got; “Encamên ku Komîsyona  Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê eşkere kiriye ti pêwendiyeke xwe bi rastiyê re nîne. Li Herêma Kurdistan û navçeyên din sextekariyek bi rêk û pêk ji aliyê her du partiyên desthilatdar ve hatiye kirin.”

Rabûn diyar kir ku ew ê weke Nifşê Nû encamên  hatiye eşkerekirin red dikin û wiha pêde çû: “Em encamên hatine eşkere kirin red dikin. Me hemû binpêkirinên hatine kirin tomar kiriye û em ê bibin ji Dadgeha Federal ya Iraqê re. Her wiha ji bo em nerazîbûnên xwe bikin yek me daxwaz ji wan partiyan jî kiriye ku bên gel hev.”

Herî dawî Rabûn di daxuyaniya xwe ya li ser navê Tevgera Nifşê Nû de got; “PDK û YNK encamên hilbijartinan li gorî berjewendiyên xwe rêkûpêk kirine. Ev sextekarî encama nêzîkbûna dawî hatina vê desthilatdariyê ye.”

Rabûn  Merûf, ji bo bihêzbûna li parlamentoya Iraqê banga koalîsyonê li parityên muxalîf ên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got; “Em ê bi PDK û YNK’ê re ti hevpeymanek çênekin û neyên gel hev. Lê deriyê me ji bo aliyên nerazî vekiriye û em amade ne karê hevbeş bi hevre bikin û guftugoyê bikin.”