Nexweşxaneyên li Colemêrgê tijî cenaze bûne

Gelek cenazeyên leşkerên Tirk ên di êrîşên dagirkeriyê de hatin kuştin, anîn nexweşxaneyên li Colemêrgê.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dikin ku bi hevkariya PDK'ê dike. Bîlançoya şer jî giran dibe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di nava 4 rojên dawî de cenazeyên 27 leşkerên Tirk ên di şer de hatine kuştin anîne nexweşxaneyên li navenda Colemêrgê û navçeya Geverê. Hate ragihandin ku cenaze bi balafirên kargo ji Balafirgeha Selahattîn Eyyûbî ya li Geverê şandine bajarê wan.

LI DEPOYAN CIH NEMAYE, CENAZE BI ROJAN LI NAVERASTÊ MAN

Li gorî agahiyên ji cerdevanên ku tevlî êrîşê bûne hatin wergirtin, şer bi giranî li Zapê dijwar bûye. Cerdevanan diyar kirin ku ji ber şerê giran gelek cenaze bi rojan li naverastê man. Cerdevanan her wiha ragihandin ku nêzî 150 leşkerên di şer de birîndar bûn niha li Tûgaha Komando ya Çiyê ya li Colemêrgê têne dermankirin.