Nexweşxane heye lê doktor nînin

Li navçeya Melezgirê ya Mûşê ji ber ku li nexweşxaneya dewletê doktor nînin nexweş diçine Patnosê û bajarên din.

Li Kurdistanê ku xizmetên tendiristiyê hema hema qet nînin  gel bi temamî mexdûr e. Li bajar û navçeyan an nexweşî nînin an jî nexweşxane hebin jî doktor nînin. Ev rewş dibe sedema mirina gelek kesan. Yek ji van deveran ku rewş lê wiha ye Melezgir a Mûşê ye.

Li navçeyê ku nifûsa wê 60 hezar e li gel ku nexweşxaneya dewletê heye jî doktor nînin. Di serî de cerrahê giştî, doktorên beşên norolojî, dahiliye, guh bêvil qirikê, doktorên zayinê û nexweşiyên jinan û beşê zarokan nînin. Ji ber ku li nexweşxanê doktor nînin nexweş mecbûr dimînin ku biçine nexweşxaneyên din.

Mûrat Çiftçî ku li Melezgirê dijî, got ji ber ku doktor li nexweşxaneya dewletê nîne nexweşê xwe birieye Patnosê. Çiftî got nexweşa wan kronîk e, heftiyê bi kêmanî carekê dive bibe nexweşxanê û got, ''Ji ber sedema nexweşiya hevjîna min em tim diçine nexweşxane. Hevjîna min nexwseşiya astimê pê re heye lê em doktoran peyda nakin. Ji ber ku doktor nînin, ez mecbûr dimînim bibime Patnosê ku 45 km dûrî Melezgirê ye. Ev ji hêla madî û manewî ve zorê dide me. Li Melezgirê nexweşxane heye lê doktor nînin. Pergaleke wiha ya tendiristiyê nabe.''