Newroza Qoserê: Ev gel wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Newroza Qoserê axivî û got, "Çare Abdullah Ocalan e, çareserî Abdullah Ocalan e. Ev gel wê tecrîdê bişikîne."

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Newroz bi ruhekî kelecana destpêka biharê hate pîrozkirin. Newroz diyarî giyanê qurbaniyên erdhejê hat kirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî qadê tijî kirin. Xelkê navçeyê dirûşmên "Bijî berxwedana zindana", "Bijî Serok Apo", “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Erdogan îstîfa” qîriya. Di heman demê de alîgirên Amedsporê jî li qada Newrozê cihê xwe girtin.

Hunermendên herêmî li qada pîrozbahiyê stran gotin û Newrozê pîroz kirin.

Her wiha posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Bi vekirina poster re coşa li qadê derket lûtkeyê. Girseyê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz girt. Di heman demê de ciwanan balê kişandin tecrîda girînkirî û pankarata “Bi agirê Newrozê em ê tecrîdê bişkênin” vekirin.

Ewilî Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku heya ku tecrîd ranebe ne mimkin e ku aramî û demokrasî were vî welatî.

Paşê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û destnîşan kir ku jin bi hêz û coşa xwe pêvajoyê diyar dikin û got: “Raperîna ku ji Jîna dest pê kir îro bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî” li hemû cîhanê belav dibe. Jin li qadan in û bersiva xwe ya li dijî êrîşan didin. Her wiha di hilbijartinê de jî jin û bi taybet ciwan wê vê hikûmeta têkçûyî bi qewirînin.” 

Gunay destnîşan kir ku ev gel wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikîne û got, "Ji ber ku Birêz Ocalan li Tirkiye û Rojhilata Navîn qasidê aştiyê ye. Çare Ocalan e, çareserî Ocalan e."

Piştî axaftinan bername bi awaz û stranên Koma Dengê Jinên Azad dewam kir.