Newroza Dersimê: Em ê qesr û desthilatdariya wan hilweşînin!

Di axaftinên pîrozbahiya Newrozê ya Dersimê de peyamên "Em ê qesr û desthilatdariyê hilweşînin. Çareserî di rêya sêyemîn de ye" hatin dayîn.

Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li Qada Seyîd Riza bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz hate pîrozkirin. Komeleyên Demokratîk ên Elêwiyan (DAD), Partiya Kedê (EMEP), KCD’ê, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Tevî barîna baranê û hewayê sar girseya ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve hatine li vir Newrozê pîroz kirin. Li qada Newrozê pankartên bi nivîsê “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Li dijî zilmê dagirkerî, bêedaletî, qedexe û bişaftinan bijî Newroz” li ser hene, alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatin rakirin. Li qadê dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Newroz” û “Newroz Pîroz Be” hatin berzkirin.
 
Newroz ji bo giyanê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê komîteya amadekar Umut Beycan axivî û bal kişand ser karesatên erdhej û lehiyê. Beycan, anî ziman ku ev ne karesata sedsalê ye, îhmalkirina sedsalê ye û destnîşan kir ku ew vê Newrozê bi xemgînî pêşwazî dikin. Beycan, anî ziman ku êşa wan kûr û hêrsa wan mezin e û wiha got: “Ji bo jinûve avakirinê bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran kes birîndar bûn. Ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.”
 
Pişt re parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlû axivî û got: “Duh berxwedana Mazlûm Doganan hebû. Berxwedana duh a li dijî Dehaqan îro jî didome. Hûn dizanin, dê di demekî nêzîk de hilbijartin çêbibe û em ê qesr û mîrgehên wan hilweşînin. Gelê Dersimê wê qesrên wan bi serê wan de xera bikin.”
  
Serokê EMEP’a Dersimê Ergîn Tekîn jî diyar kir ku ji dema Dehaqan heta niha her tim Kawayên nûjen ên ku li ber xwe didin hene û wiha got: “Gelê kurd li dijî vê zilmê hebûna xwe didomîne. Newroz tê wateya roja nû, destpêka biharê lê bi taybetî jî berxwedan û roja nû ya gelê kurd e. Li dijî yên ku wî înkar dikin cejna hebûnê ye. Em Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi dimilkî, kurmancî û tirkî Newroz pîroz kir. Ûçar, bal kişand ku ji ber erdhejê du tablo derketin holê û wiha got: “Yek desthilatdariya ku piştî karesata erdhejê şîna neteweyî û rewşa awarte li ser maseyê îlan kir û dema daket qadan daxwaza helaliyê kir. Ya duyemîn jî gel e.” Ûçar, anî ziman ku li dijî muxalefetê tişta ku ji aliyê desthilatdariyê ve maye tenê tundî ye û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî kesên ku bi kûrbûna krîza aborî re têdikoşin, li dijî gelên ku tevî hemû zextan xweza, ax û erdnîgariya xwe diparêzin û li hiqûqê digerin. Li hemberî van hemûyan divê desthilatdarî biçe û biguhere. Em weke tifaqa ked û azadiyê soza paradîgmaya aborî, ekolojîk û azadiya jinê didin Tirkiyeyê. Li aliyê din polîtîkaya şer û tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê tê meşandin ne şerê gelan e. Hêza çareseriyê li ser masê ye. Herî dawî di deklerasyona aştiyê ya birêz Ocalan a di sala 2013’an de me dît ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser dibe. Qonaxeke din bi beyana aştiyê derket. Hêza çareseriyê li ser masê ye; Ez dibêjim divê em hemû bi hev re vê pêvajoyê bilind bikin û careke din Newroza me hemûyan pîroz be.”
 
Di dawiya axaftinan de agirê Newrozê hate pêxistin û hunermendên herêmî û hunermend Kadîr Çat stranên xwe gotin.