Newroza Amedê: Dirûşma 'Bijî Serok Apo' tê qîrîn, wêneyên Abdullah Ocalan li ba ye

Amediyan li qada Newrozê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û xwestin, tavilê hevdîtin pê re bê kirin. Bi deh hezaran kesên herikîn qadê, dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîre.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê, ku bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" pêk tê, bi deh hezaran kes diherikin Parka Newrozê. Ji ber ku qeyûman hejmara otobusên li rêyê zêde nekirin, ji gelek deverên bajêr mirov hewl didin bi derfetên xwe bigihînin Parka Newrozê. Derdora parkê bi bendan hatiye girtin. Li ser rêyên ku berê wan li qadê ye, bi hezaran polîs û wesayitên zirxî hatine bicihkirin.

Bi deh hezaran kesên ku bi kincên neteweyî serê sibehê bi rê ketin, ji aliyê Zumrut Kent, Yenîhal û Peyasê ji nuqteyên kontrolê derbasî qadê dibin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Xaçerêya Yenîhalê li hev civiyan û bi rengekî grirseyî ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Ji gelek nuqteyên bajêr bi hezaran kes hîn jî ber bi qada Newrozê ve dimeşin.

Li Parka Newrozê ku her sal malovaniyê ji milyonan kesî re dike, bi 8 zimanan nivîsa "Newroz pîroz be" li ser platformê hate daliqandin. Li qadê jî pankartên bi nivîsa "Berxwedasna jinên ciwan deng daye qadên azad", "Em li hemberî qirkirina jinê, jiyanê û azadiyê diparêzin", "Ruhê Newrozê îro li zindanan, li seranserî jiyanê zindî bûye û gihîştiye wateya xwe ya dîrokî" hatin daliqandin.

'SILAV JI ROJA ME RE, BERXWEDAN HER DEWAM E'

Girseya gel ku kete qada Newrozê pankartên bi nivîsa "Silav ji roja me re, berxwedan her dewam e" û "Newroz ruhê berxwedana Kawa ye li dijî înkar, şer û sirgûnê" hilda.

Bi hezaran kesên derbasî qadê bûn, flamayên HDP'ê hildan ku gefa girtinê li ser heye.

Bi hezaran kesî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan.

Bi deh hezaran kesî daxwaza hevdîtina malbatê û parêzerên Ocalan kirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" diqîrin.

Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir.

Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Îrfan Soner di destpêka pîrozbahiyê de axivî û Newroz li gelê Kurd pîroz kir.