Newroz bi coş li Mexmûr hate pîrozkirin

Cejna Newrozê bi amadebûna xwendekar û xelkê Mexmûrê ya li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê bi coş hate pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pîrozbahiyên cejna Newrozê, bi beşdariya hezaran kesan, di saetên nîvro de destpêkiribû. Şahî heta saetên dreng yên êvarê dewam kir û bi girtina govendekî girseyî şahî bi dawî bû.

Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA-STAR, KJK, her wiha bi dowîzên wekî, “Newroz li Rêber APO pîroz be”, “Em ê bi agirê Newrozê diwarên zilmê bişkînin” hat xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan bi şûnde Hevserokê Meclîsa Gel Huseyîn Kara axivî.

Huseyîn Kara Newroza 2019’an li Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û tevahî gel pîroz kir û got: “Newroz vejîna gelan e, Newroz agirê Kawayê Hesinkar ê ku bi çiroska agir nûbûna gelê Kurd daye avakirin e. Hebûna gelê Kurd li her derê hatibû windakirin, lê belê Kawayê Hesinkar ji bo ku bêje hebûna gelê Kurd heye, bi çakuçê xwe yê pîroz ji nû ve hebûna gelê Kurd da nîşandan. Newroz hilweşandina dehaqê zilmkar e ku li ser gelê Kurd û gelê hejar zilm dikir e.”

Di dewama şahiyê de heyetek ji jinên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê tevlî şahiyê bûn û peyama xwe ya pîrozbahiya Newrozê pêşwazî gel kirin.

Li ser navê heyetê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Reqayê Meryem Brahîm ev tişt got: “ Em di serî de newroza Rêber Apo û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Hatina meya vir piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê û dîtina jinên Kurd yên Wargeha Mexmûrê bûn. Li ser vî bingehî em dibêjin Newroz Cejna vejîna Gelê Kurd e, ji ber ku em bi saya wan rojan heta van rojan hatin û me serkeftin û destkeftiyên mezin bidestxistin.”

Piştî axaftinan hunermed Îsmaîl Simîlanî ê ji bajarokê Diyana yê Başûrê Kurdisanê, helbestvan Hewar Tunç, hunermend Rotînda, Koma Govendê ya Şehîd Jiyan û Koma Avaşîn derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê û qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.