Nehiştin endamên meclîsê biçin şaredariyên desteserkirî

Endamên HDP'î yên meclîsên şaredariyên Cizîr, Hezex û Nisêbînê yên desteserkirî, nekarîn bikevin hundirê avahiyên şaredariyan.

Li şaredariyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê û şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê ku hatine desteserkirin, Duşema destpêkê ya her mehê civînên asayî yên meclîsên şaredariyê pêk tên.

Endamên Meclîsên Şaredariyan ên HDP'î jî ji bo tevlî civînan bibin li pêşiya avahiyên şaredariyan li hev kom bûn.

Lê belê polîsan nehiştin ku endamên meclîsê bikevin hundirê avahiyên şaredariyan. Polîsan li pêşiya şaredariyan bi hinceta "Şaredar (qeyûm) we dawet nekiriye" nehiştin bikevin hundirê avahiyên şaredariyan.