Nêçîrvan Barzanî: Bi daxwaza xwe em vekişiyan!

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew bi daxwaza xwe ji Kerkûk û derdora wê vekişiyane û ji bo şer çênebe, di navbera rayedarên leşkerî yên herdu aliyan de civîn hatine kirin.

Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî vekişandina pêşmergeyan a ji Kerkûk û derdora wê li xwe mikur hat. Barzanî got ku, “bi daxwaza xwe em vekişiyan.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dema artêşa Iraqê û Haşdî Şabî di 16’ê Cotmehê de hin herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kir, ji bo şer çênebe rayedarên leşkerî yên herdu aliyan civiyane. Barzanî got ku, “Bi daxwaza xwe em vekişiyan, ji bo ku şer çênebe, rayedarên leşkerî ligel hev civiyan. Lê mixabin di navbera hêzên me û hêzên Iraqê de li du cihan şer çêbû.”

Rayedarên PDK’ê têkildarî dagirkirina Kerkûkê, hêzên din ên Kurd sûcdar kiribûn. Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî di demeke nêz de daxuyanî dabû diyar kiribû, ji bo ku pêşmerge li ber xwe nede wî bi xwe hewl daye. YNK diyar kiribû ku bi biryareke hevpar ew ji Kerkûkê vekişiyabûn.