Nazmetê PADÊ Şêx Semîr: Em bi civaka xwe, civak jî bi me dilsoz e

Namzetê PADÊ yê parlementeriyê Şêx Semîr diyar kir ku ji bo serketinê ew bi biryar in û destnîşan kir ku ew bi civaka xwe, civak jî bi wan dilsoz e.

Namzetê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) yê parlamenteriyê Şêx Semîr têkildarî hilbijartinên giştî yên Iraqê ku wê 10'ê Cotmehê bêne lidarxistin ji ANF'ê re axivî.

Xebatên we yên ji bo hilbijartinê çawa derbas dibin?

Xebata bi awayekî gelekî baş derbas dibe. Em her roj li nava gel digerin û rewşa wan pirsyar dikin. Gel jî bi xurtî û germ me pêşwazî dike. Civaka me ji tecrûbeyên berê gelek tişt girtine. Êdî zanin ku wê kî çi ji civaka Êzidî re bike.

Çima herî zêde jin û ciwan ji bo serketina PADÊ dixebitin. Bi taybetî li herêmên Ereb?

Dayikên me her tim ji êrişên dijmin re xwe kirine mertal. Ji aliyê leşkerî, siyasî û hwd. ve bi berxwedan û karê xwe bersiv dane hêzên komploger. Li nava her civakê ciwan pêşengên berxwedan û têkoşînê ne. Herêma Ereban weke civaka me jî baş dizanin ku yên berê tu tiştekî ne ji bo herêmên Ereb û ne jî yên me kirin. Ew kesên ku berê di parlemantê de bûn, di bin sîwana partiyên siyasî de ji bo menfeta xwe û aliyên xwe yên hizbî kar kirine. Ne ji bo vî gelî xebat kirine. Weke PADÊ jî gelek xebatên me hene. Û şêniyên Ereb jî di ferqê de ne ku PADÊ ji bo xizmeta gel têdikoşe. Ne ji bo berjewndiyên siyasî an jî yên takekesî ye. Bê ku em ferq û cûda bixin nav neteweyan, bi dilsozî xizmetê ji gelên herêmê re dikin. Heman demê dizanin ku li devreyî hêzên Asayîşê û şervanên YBŞ û YJŞ'ê ku ji civakê bi xwe ne, kes parastina wan û me nake.

Cudahiya PADÊ ji partiyên din çi ye?

Yekem tişt ew E ku PADÊ ji bo parastina civaka xwe, di hilbijartinê de berê xwe neda kotayê, da aliye lîseteya giştî. Armanca me ji armancên partiyên din cuda ye. Em dixwezin Şengal weke herêmeke xweser di bin sîwana hikumeta Iraqê de bê qebûlkirin. Di vir de em îradeya civaka xwe didin destê zarokên civakê bi xwe, ne kesên ji derve. Parastina ax û warên me wê bi destê zarok, bira û xwişkên me be. Ji ber êdî bawariya me bi tu hêzeke din nemaye. Şehîdên me li ser vê axê heye. Ruxmî derfetên kêm jî me careke din ev herêm ji aliyê xizmetê ve weke av, ceylan û dibistan û gelek tiştên din jî pêşkêşî vê civakî kiriye. Û armana me her tim ew e ku xizmetê ji civaka xwe re bikin.

Gelo ku li kampên koçberiyê yên li Başûrê Kurdistanê jî kar dikin?

Em bi ti awayî li kampan nikarin bi serbestî kar bikin. Me gelek hewl da, lê her tim astengî derket û her wiha metisiyên jiyanê jî li ser endamên me yên li wir hene. Ji bo xebata propaganda li Şengal tu astengî ji kesî re nîne. Hemû namzet bi asayî dikarin propagandaya xwe bikin. Lê belê li kampên başûr tenê PDK’ê dikare propagandayê bike. Li hember xebatên me jî li wir tu derfet nehat avakirin. Berovajî wê asteng kirin. Ji bo vê tu kes nikare bêje ku li başûr demokrasî heye. Ez wek namzetê PADÊ nikarim serdana mirovên xwe yên ku li wir bikim. Lewma bi riya we ez dengê xwe dighînim ciwanên me. Dibêjim; ji bo ku azadiya xwe bidest bixin bila dengê rast hilbijêrin. Em dizanin ku gelek astengî ji xelkên me yên li kampan de ne derdixînin. Heta çend ciwan ji ber alîgirê me ne hatin destgîrkirin û niha di zindanan de ne. Lê çi bikin jî em ê hesab ji wan bixwazin û her tim li pey mafê civaka xwe bin.

Hûn ji bo hillbijartinê dixwazin ji civakê re çi bêjin?

Eger di hilbijartinan de ji aliyê kesên dijber tu lîstok neyên kirin em di wê baweriyê de ne ku bi dengê civaka xwe em ê bêguman biçin serketinê. Ji ber enerjiya gel di asteke gelek berz de ye û çawa ku em bi civaka xwe re dilsozin, civaka me jî bi me re dilsoz e.

Weke PADÊ hûn bersiveke çawa didin peymana 9'ê Cotmehê?

Weke tê zanîn di 9’ê Cotmeha sala bihurî de, di navbera hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê de peymanek li ser civaka me bêyÎ îradeya me hat îmzekirin. Pêwîste civaka me di 10’ê Cotmehê  bi çûndina wan ser sendoqan bersiva vê yekê bidin ku dijmin tu car nikare gavekê bavêje ser axa Şengalê ya pîroz.

Hûn lîstikên PDK'ê yên ji bo bidestxistina dengan çawa dinirxînin?

Civaka me di wê astê de ye ku ferq dike kî rast e kî şaş e. Ev lîstik êdî bandorê li civaka me nake. Ji ber bi çavên xwe dîtin ku kê ji bo kê çi kir. Bi taybetî yên ku li kampên Başûrê Kurdistanê de ne, bide ku ji derve ji bo parastina xwe nikarin dingên xwe vekirî bêjin. Lê em bi dilsozya wan bawerin û dizanin bawariya wan a azadiyê bi kê tê.

Serketina PADÊ wê karibe bibe bersiv ji daxwazên civaka Êzidî re?

Bernameya me ya PADÊ ku ji 10 xalan pêk tê, bi nêrîna hemû beşên civakê hatiye amadekirin. Daxweze civak giştî me berçavan re derbas kiriye û wek biryarên serketina me, me diyar kiriye. Bang li civaka Êzidî dikim ku tu carî 3’ê Tebaxê ji bîr nekin. Rondikên dayên me jibîr nekin. Kesên ku bi dilop dilop av dane me jibîr nekin. Bila bi hêzeke gelekî xurt û baweriya serketin biçin ser sindoqan.