Namzetên HDP’ê bi coş tên pêşwazîkirin

Aktivîteyên HDP’ê ya naskirina namzetan dewam dike. Namzetên HDP’ê yên li Wan û Mêrdînê bi gel re civiyan bi coş hatin pêşwazîkirin. Di aktivîteyan de peyama ‘Em ê pêvajoyeke nû ava bikin’ hatin dayîn.

Namzetên hevşaredarên Bajarê Mezin ê HDP’ê yê Wanê Beîda Ozgokçe Ertan û Mûstefa Avci, li navçeyên Seray û Qelqeliyê bi gel re civiyan.

Piştî rêzgirtinê Namzetên Hevşaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç bi gel dan nasîn û gel silav kirin. Namzeta hevşaredariyê Dîlan Orencî got: “Em jin ji wan natirsin û em ê netirsin. Em carek din ji wan re dibêjin em ji we natirsin. Em li vir in û natirsin. Qeyûm çawa cihê ku jê hatine em dîsa wan bişînin wir. Em bi kêfxweşî xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Em ê ji hemû lîstikên vê pergalê re di 31’ê Adarê de bibin bersiv.”

Namzetê Hevşaredariyê Yakûp Almaç jî got: “Em hatine ku yên hevşaredarên me bi rêyên antî demokratîk ji wezîfeyê girtin e ji van deran paqij bikin. Em ê projeyên hevalên xwe temam bikin, Serkeftin ya me ye.”

Namzeta Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî destnîşan kir ku ew ê xwe û bajarên xwe birêve bibin û wê tu demê li dijî şidet, zext û zilmê serê xwe netewînin.

Piştî Qelqeliyê namzetên hevşaredariyê derbasî navçeya Serayê bûn.

SERAY

Namzetên hevşaredariyan li navçeya Serayê jî ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredariya Serayê bi gel hatin danasîn. Namzeta hevşaredariyê Caziye Duman di axaftina xwe de çalakiya Leyla Guven silav kir. Duman anî ziman ku wê gel di 31’ê Adarê de bersiv bide polîtîkayên şer û wê serdemek nû bidin destpêkirin. Duman got ew ê şaredariyên wan hatine xespkirin ji nû ve bi dest bixin û got: “Em ê vîna xwe paş ve bistînin. Gel wê bi sekna xwe ya rûmet vê pêvajoyê zelal bike. Seray Ya Me Ye.”

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avcî jî axivî û diyar kir ku dijberên kurdan tiştek nema bi serê kurdan ve neanîn û ew ê xwe li ser piya bigirin û serkeftin wê ya wan be.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî Namzetên Hevşaredariya Qoserê Salîh Kuday û Nilufer Elîk Yilmaz bi gel da nasîn. Danasîn li avahiya HDP'ê ya Qoserê pêk hat û gelek kes beşdar bû. Nilufer Elîk Yilmaz di bernameyê de axivî û bibîr xist ku qeyûm peykerê Ugur Kaymaz hilweşandiye û got: "Em ê ji ber xatirê êrîşên li dijî nirxên me bersivê bidin qeyûman. Her deverê Qoserê ya me ye."

Salîh Kuday jî anî ziman ku ew ê xwedî li vîna xwe derkevin. Piştî danasînê namzetên hevşaredariyê esnafan ziyaret kirin û li welatiyan guhdar kirin.