Navenda Ragihandinê ya HPG'ê hevalê xwe Ferzad Medî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîla Ferzad Medî yê li Bedlîsê şehîd bû endamê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şexsê hevalê me Ferzad Medî de em careke din soz didin ku em ê bibin şopdarên kevneşopiya têkoşînê ya hevrêyên xwe yên 28'ê Hezîranê li Bedlîsê şehîd bûn, li qada çapemeniyê jî hêjayî wan bin û weke kadroyên PKK'ê em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna xwe ya azadiya gelê Kurd derkevin."

 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser Ferzad Medî wiha ye:

"27'ê Hezîrana 2018'an artêşa TC a dagirker li navçeya Xîzan a Bedlîsê bi desteka hewayî û tevlîbûna kontrayan dest bi operasyonê kir û ji ber vê operasyonê 3 rojan şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de roja 28'ê Hezîranê fermandarê me yê eyaleta Xerzanê hevalê me Welat Gever û 6 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Yek ji van şehîdan jî endamê me yê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Ferzad Medî bû. Beriya her tiştî di şexsê hevalê me Ferzad de em ji malbatên hemû hevalên xwe yên li Xîzanê şehîd bûn û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevalê me Ferzad sala 1989'an li Îdirê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevalê me Ferzad di nava kevneşopiya Kurdewar a xwezayî û parastî ya Serhedê mezin bû. Hîn di zarokatiya xwe de kedkarî nas kir û beriya tevlî nava refên têkoşînê bibe li gelek cihî kar kir. Li aliyekî bi hesten welatparêziyê nakokiyên wî yên li dijî dijmin, li aliyê din jî nêzîkatiyên di dema kar de lê dihate kirin, nakokiyên wî yên li hemberî sîstemê girantir kir. Bi ciwantiya xwe re cihê xwe di nava karê ciwanên welatparêz de girt û piştî demekê ji aliyê dijmin ve hate girtin. Li dû esareta ji 3 salan hevalê me Ferzad berê xwe da çiyayên azad û sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû.

BI BERPIRYARIYEKE MEZIN ERK Û WEZÎFEYA XWE DIKIR

Demeke kin piştî ku xwe gihand nava gerîla, tevlî nava karê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bû. Tevî karên xwe yên bi Kurdî hevalê me Ferzad li nava Navenda Ragihandin û Çapemeniyê pir karên din jî kir. Di nava şert û mercên giran û derfetên kêm de hevalê me Ferzad ji dil, pak û bi fedakarî tevlî kar bû û bi berpirsyariyeke mezin wezîfeyên jê re hatin dayin bi cih anî. Li nava refên gerîla bi keda xwe li pêş bû û pêşengî ji gelek wezîfeyan re kir. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û bi coş ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Li her cihî xwe dida nîşandan û timî dixwest biçe qadên pratîkê.

LI ENIYA MEXMÛR-KERKÛKÊ XEBITÎ

Dema ku li nava karê çapemeniyê bû, salekê li eniya Mexmûr-Kerkûkê li çeperên gerîla karê çapemeniyê kir. Bû yek ji wan hevalên me ku têkoşîna gerîla ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û berxwedana parastina Başûrê Kurdistanê kir belge. Dema ku li vê qadê dixebitî, timî xwedî li mîrateyên hevalên me Şehîd Denîz Firat, Şehîd Evîndar Cûdî, Şehîd Rûbar Kerboran derket. Piştî eniya Mexmûr-Kerkûkê, weke şopdarê Şehîd Halîl Dag, Şehîd Arhat Ba û Şehîd Arjîn Amedan, bi kamera û çeka xwe sala 2017'an berê xwe da qada bakur. Li heremên bakur ku şer lê giran e, ji bo pratîka gerîla bike belge û ji hemû cîhanê re ragihîne, bi erk û berpirsyarî rabû.

Eşqa wî ya li çiyê, baweriya wî ya bi hevrêyên xwe û dilsoziya wî kir ku ew bibe milîtanekî baş û durust ê partiya me. Her kêliyên şeş salên li nava gerîla bi wate û serketinên mezin derbas kir. Li ser rêya azadiyê bi rengekî bê eman meşiya. Hevalê me Ferzad bû yek ji hevalên me ku kevneşopiya çapemeniya azad li qada çiyê bi awayê herî baş temsîl dikir. Weke yek ji nûnerên mezin ên hevalên me yên şehîd ku em gihandine vê astê, wê timî bê bîranîn û di çapemeniya gerîla de em ê bidin ser şopa wî.

Di şexsê hevalê me Ferzad Medî de em careke din soz didin ku em ê bibin şopdarên kevneşopiya têkoşînê ya hevrêyên xwe yên 28'ê Hezîranê li Bedlîsê şehîd bûn, li qada çapemeniyê jî hêjayî wan bin û weke kadroyên PKK'ê em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna xwe ya azadiya gelê Kurd derkevin."