Navend û baregehên partiyên Rojhilat ên li Başûr tên bombekirin -HATE NÛKIRIN

Rejîma Îslamî ya Îranê bi dronan, baregeh û navendên hizb û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzî bajarê Silêmaniyê bombe dikin.

Beriya niha bi demekê rejîma Îslamî ya Îranê bi dronan baregeha Komeleya Rojhilatê Kurdistanê ya li gundê Zirgiwêz ya nêzî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Hate ragihandin navend û baregehên Komele yên li gundê Zirgiwêz û derdorî wê jî hatin bombekirin.

Li aliyê din hate zanîn ku hemwext li Koyê jî baregeha Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan a Îran hatiye bombekirin.

Hemwextî van bomberdûmanan hate ragihandin ku li Pirdê ya girêdayî Kerkûkê jî baregeha Partiya Azadî Kurdistan (PAK) jî hatiye bombekirin.

Heta niha li ser ziyanên canî û madî ti agahiyek nehatiye parvekirin.

Ev nêzî 5 roj in bê navber sînorên Başûrê Kurdistanê hem ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê û hem jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombekirin.

ÎRAN BIRADOST Û BALEKAYETIYÊ BÊYÎ NAVBER DIDE BER BOMBEYAN

Herêmên Biradost û Balekayetiyê jî pênc roj in ku bêyî tên bombekirin. Şeva roja Sêşemiyê di serî de Berbizinan, Nav Rûbaran û Seqer herêma Biradost tê bombebarankirin.

Rejîma Îranê bi dijwarî herêma bajaroka Mawet topbaran dike. Hat gotin ku nêzî 20 top li nêzî gundên Jajle û Giwêzelê ketine.

Li gorî agahiyan rejîma Îranê bi dijwarî herêma bajaroka Mawet a ser bi Silêmaniyê topbaran dike. Tê gotin ku nêzî 20 top li nêzî gundên Jajle û Giwêzelê ketine. Heta niha têkildarî ziyanê tu agahî nehatine bidestxistin.

Herwiha îro balafirên biçek û bêmirov ên rejîma Îranê baregehên her sê partiyên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Zirgiwê yên nêzî Silêmaniyê û navçeya Koyeyê bombebaran kirin.

Rejîma Îranê ev 5 roj in herêma Bridost û Balekateyetî bombebaran dike.

Li herêma ku dewleta Îranê dide ber bombeyan gundî dijîn. Cih û warên sivîlan rasterast ji bombebaranê bi bandor dibin. Şêniyên herêmê ku debara xwe bi cotyariyê dikin ji ber bombebarana rejîma Îranê rû bi rûyê xeteriya jidestdayîna jiyana xwe ne. Gelek malbatan ji neçarî koç kir.