Navê têkoşîna 22 salî: Devrîm Andok

Ji Fermandarên YJA Starê Devrîm Andok 10’ê Îlonê li eyleta Cûdî li gel 4 hevrêyên xwe şehîd ket. Devrîm Andotk a li Amedê tevlî PKK’ê bû, 22 salên bi têkoşînê derbas kir.

Zeyneb Baytar di sala 1975’an li Fransayê tê dinê. Zeyneb Baytar a di nava malbateke welatparêz de mezin dibe li ser hesreta welat a dayika xwe di sala 1984’an de li gel malbata xwe vedigere Amedê. Zeyneb Baytar a beşa wêjeya Fransî dixwîne, dema xwendinê PKK’ê nas dike. Li Amedê sala 1995’an tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Zeyneb Baytar a piştî du salên tevlîbûnê li Amedê xebatê dike û sala 1998’an jî derbasî qada Başûrê Kurdistanê dibe.

Li eyaletên Gare, Metîna, Qendîl, Heftenîn, Zap, Amed û Cîlo û gelek qadên zor têkoşîn kir. Sala 2006’an dîsa berê xwe dide Amedê. Guhdarkirina dengê şehîd Devrîm Andok bû para min ya ji dîmenê ku ji kameraya Şehîd Xelîl Dag ê ku yek ji şehîdên nemir ê PKK’ê ye maye.

Hûn diçin bakur, ji bo rêwîtiyê çi dibêjin?

Dubare bi komekê re çûna Bakur di asta şoreşekê de pênase dikim. Mîna meşek nû ya şoreşê ye. Di wê baweriyê de me ku li qadên şer lê dijwarin jiyan hê biwatetir dibin, hêza hêzêtir watedayîna kur derdixe pêş.

Di jiyanê de tişta hûn herî zêde jê hes dikin çi ye?

Têkiliya bi mirvan re, dîsa hevrêtî ye. Dikarim bêjim tişta herî zêde hezê dide min heta di nava tevgerê de di asta menewî de hêzê dide mine. Xeyala min a herî mezin jî; carekê dîtina Rêbertî ye. Xeyala min a duyan jî; di nava projeyên Rêbertî yên li ser jinê dayî avakirin cihgirtin e, dîsa herî zêde dixwazim li gel jinên li ber întixarê ne bikevin nava têkiliyê û wan bi felsefeya jiyanê ya Rêbertiyê vegerînim bibim alîkar bi wan re.

Eger ku rojekê fersende hebe bi Rêber Apo re bicivî, tu dixwazî çi li gel baxivî?

Ez li ser vê zêde nefikirîme. Wê demê dilê min çawa bixwesta min wiha nêz biba. Minê xwe li gorî atmosfera demê bikira yek û wisa tevger bikira.

‘GIRÊDAYÎ RÊBERTIYÊ BÛ’

Hemrîn Dersim Baytar a sala 2006’an li gel Zeyneb Baytar têkoşîn kir ev got: “2006’an heman pêvajoyê di nava koma diçûn Bakur bûn. Kelecanî û coşa hevrê Devrîm bal dikişand. Girêdana wê ya bi Rêbertî û tevgêr pir xurt bû. Dema li Amedê bûn di wê pêvajoyê de tişat ku weke kesayet li ber çavê mirov dike, sadebûn, dilnizim, kedkar û hewldanên wê yên ji bo azadiya jinê hebûn. Rêgezên partiyê di şexê xwe de şênber dike, li dijî rêgezên derveyî partiyê bû û dîsa kesayeteke serhildêr bû. Hevrêyek bû ku di armancê de kilîd dibû û têkoşîn li ser vê wateyê geş dikir.”

Koçerîn Ararat jî ya yek ji hevrêyên Zeyneb Baytar a li qadên Başûr kar bi hev re kirin jî diyar kir ku Zeyneb Baytar kesekî jêhatî, mereqdar û kesayeteke lêkolîner bû. Ararat got: “Hevrê Devrîm aşiqê felsefeya Rêber Apo bû. Ne kesayetek ji rêzê bû. Di jiyanê de xwedî kesayetek bi mirovan re têkilî danîn û di her qadê de destek dikir. Keseke gelek kedkar bû. Ew li cihekê ba û karek bikira divê her kes tevlî kar dibû. Dema em li gel hev daxivîn min jêre got; ‘Tu ji sîstema kapitalîst bandor nebûye’ eger ku rojekê bipirsin bêjin keça Modernîteya demokratîk kê ye ezê bêjim hevrê Devrîm mînak nîşan bidim. Ji ber ku ew modela jina azad a Rêbertî dixwes bide avakirin bû.

 ‘ERKÊN ZOR Û ZEHMET JÎ BI SER DIXIST’

Endamê Komîteya Rêbeber PKK’ê Dûran Kalkan ê ji roja yekem Zeyneb Baytar tevlî têkoşîn bûbû û vir ve nas dikr jî ev got: “Hevrê Devrîm dema pêvajoya vekişîna 2013’an derbasî qadên Başûr bû. Li Akademiya Şehîd Berîtan ji bo dewreyekê erka rêveberiyê kir. Piştre li Ocaxa PKK’ê ya Şehîd Sakîne Cansiz perwerdehî dît. Di van akademiya de pratîka xwe ya li Amedê lêpirsîn kir û pêşketinên mezin bi xwe re anî. Piştre weke Fermandara Eyaleta Zagorsê hate erkdarkirin.

Li dijî êrîşa 24’ê Tîrmehê ya faşîzma AKP’ê û MHP’ê di berxwedana Zagrosê de xwedî roleke mezin bû. Di rêya Rojînan û Reşîdan de meşiya. Navê bicihanîna karên zor û zehmet bû. Mirovê karê zehmet bû. Hevrê Devrîm hê di temenê biçûk de ji şervaniya YJA Starê bigire heta endamtiya Konseya Fermandariyê ya YJA Starê erk girt. Ji Amedê hata Zagrosê fermandareke leheng bû."

HOSTAYÊ ŞER BÛ

Dema Zeyneb Baytar Fermandariya Eyaleta Cîlo bû ji gerîlayên ciwan ên bi hev re têkoşîn kir Rojbîn Koçer jî ev got: “Dema min li gel hevrê Devrîm gerîlatî dikir hê di sala min a yekem bû ku bûbûm gerîla. Li gel hevrê Devrîm her kes aram bû, ji bo her hevrêyekê/î çavkaniya hêzê bû. Ne tenê li hember mirovan li hember xwezayê jî hestyar bû.

Di şikandin û têkbirina hemû operasyonên qirker ên dijmin ên li Cîlo û Çarçellayê şervaneke hoste bû. Di şer de hemû alî hesab dikir û koordîneyek baş dikir. Girêdayî hevrêyên şehîd bû. Şehîdbûna her hevrêyekê hê zêdetir girêdayî têkoşînê dibû.”

Arjîn Dersim a di pratîka Amedê de Zeyneb Baytar nas dikir li ser wêjeya gerîla got: “Hevrê Devrîm şer hema wiha giştî nedigirt dest. Ji ber vê yekê tevî ku gelek zêde di xebatên pratîkê de jî cih digirt, gerîla bi şiîr û nivîsên xwe yên rojane dikir para dîrokê. Wêjevaneke baş a gerîla bû."

RENGÊ XWE DA ÇIYA

Herî dawî Sorxîn Avesta ya li gel Zeyneb Baytar li qadên Cîlo û Çarçella xebat kir jî got: “Dema ku hevrê Devrîm li çiyayên Zagorsê dinêrî, wisa lê dinêrî ku mirov digot qey li gel daxive. Hevrê Devrîm ne tenê zoriyê çiya heman demê xweşiyên çiya jî ji hevrêyên ciwan re vedigot. Hevrê Devrîm ji beybûna hez dikir ji bo wê dema ew gul bêhn dikir digot ku gelek xwedawend ên mîna hevrê Rojbîn Gewda li van deran têkoşîn kirine û ev gul bêhna wan girtine ji bo wê ewqas bêhnên xweş jê tên. Çarçella ji xwe rengek bû. Hevrê Devrîm rengek lê zêde kir.”