'Navê keda 27 salan; Ferzende Efrîn'

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Ferzende Efrîn (Îbrahîm Xelîl Hudo) di 14’ê Adara 2017’an di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.

Gerîla navê hevtemamkirinê ye. Wek gerdûnê, çawa ku her hebûnek xwezayê watedartir dike. Gerîla jî wisa her yek bi karekî re mijûl dibe û têkoşîna azadiyê dike yek. Fermandar Ferzende jî di nav têkoşîna azadiyê de 27 salên xwe bi bijîjkiya diranan derbas dike. Rêhevalên xwe li gor pêwîstiyan derman dike. Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Ferzende Efrîn  (Îbrahîm Xelîl Hudo) di 14’ê Adara 2017’an de qeyrana dil derbas dike û di encamê de jiyana xwe ji dest dide.

‘TAYBETMENDIYÊN WÎ RENGEKÎ CUDA AVA DIKIR’

 Fermandarê Biryargeha Navendî a Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal wiha qala Fermandar Ferzende Efrîn dike; “Heval Ferzende di sala 1992’yan de tevlî refên me bû. Di partiyê de em dibêjin; milîtan hemû, ji aliyê  fikrî û ruhî ve yek in. Ev rast e. Em li ku derê bin jî evana taybetmendiyên me yên hevbeş in. Lê di bingehê de, taybetmendiyên her milîtanekî/ê yên cuda jî hene. Çawa? Ev taybetmendiyên cuda partîbûnê xurt û dewlemend dikin. Ango bi her hevalekî/e me re, taybetmendiyên xwe yên cuda ku hin tiştan lê zêde dikin jî hene. Helbet em hemû, ne wekhev an ne kopyaya hev in. Her hevalekî/e me ji aliyekî ve wek rengên cuda mohra xwe li şoreş û jiyana şoreşgerî dane û didin.”

Erdal axaftina xwe wisa didomîne; “Hevalê Ferzende jî; di vê derbarê de, bi rastî jî kesayeteke taybet bû. Ango, bi jiyana xwe, tevlîbûna xwe, karê xwe, taybetmendiyên xwe ve ew jî rengek bû. Hevalê Ferzende ne ew kesayetî bû ku di bin siyê de bimîne. Hin taybetmendiyên xwe yên cuda hebûn, bi van taybetmendiyên xwe ve 27 salan di nav refên me de ma.”

‘DILDAREKÎ GABARÊ BÛ’

Dr. Bahoz Erdal wiha behsa hezkirina Fermandar Ferzende Efrîn dike; “Taybetmendiyeke hevalê Ferzende ya herî sereke ew bû ku, pir dixwest biçe Gabarê. Bi Gabarê ve pir girêdayî bû. Dibe ku bi aliyê xwe yê doktorî gelekî derdiket pêş, lê bi rastî jî ew gerîlayê demên dijwar bû. Ango demekê, li Botanê gerîlatî ne hêsan bû. Dev ji şer berde, ne hêsan bû ku, tu jiyana xwe 24 saetan bidomînî.  Di ew şertan de li wir gerîlatî kir, şervanî kir, doktorî kir… Hevalê Ferzende li Gabarê tenê ne doktor bû. Ew, her tişt bû. Her tiştê hevalên birîndar bû. Mirov dikare bêje ku, ji şertên zor û zehmet hez dikir. Ez bi xwe jî baş dizanim, heta demekê israr dikir ku biçe Gabarê. Gabar di dîroka têkoşîna me de ji xeynî aliyê xwe yê manewî, li Botanê qada herî zor, derfetên xwe herî kêm ku cihê herî zêde dibû hedefa dijmin. Ew dildarê Gabarê bû. Ji xwe re, hevaltiya di ew şertên zor de ji xwe re esas digirt. Tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê jî ne kêm bû. Di merhaleyên herî zor û zehmet ên têkoşîna me de, ew li nav cihên herî dijwar bû. Milîtanekî cewherî yê partiyê bû.”

EM Ê LI SER XETA ŞEHÎDAN BIMEŞIN

Fermandarê Biryargeha Navendî a Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal axaftina xwe bi van gotinan xilas kir; “Di encamê de mirov dikare bibêje ku; hevalê Ferzende hevalekî doktor ê milîtanê partiya me bû. Ji bo şoreşê û gerîla kedeke mezin da û xwedî xizmeteke pîroz e. Ew kedkarek bû. Ew milîtanekî wisa bû ku keda xwe bê hisab û bê berjewendî dida. Bêyî ku di berdêla keda dayî de tiştekî bixwaze dixebitî. Ev xal, yek ji pîvanên esasî ya milîtaniyê ye. Divê em vê xalê ji xwe re esas bigirin û li ser vî esasî xwedî li hevaltiyê derbikevin û layiqî hev bin. Her wiha gerek em ewilî şayanî van hevalan bin û hêviya wan bi cih bînin. Li ser van esasan, em careke din hevalê Ferzende, di şexsê wî de hemû hevalên şehîd bi bîr tînin û em ê layiqî wan bin.”