Navê daristanê xwedêgiravî fermanê KCK yê

Daristana Kobanê ku beriya bi 2 salan ji hêla Şaredariya Edremîtê ya DBP’ê ve hatî vekirin bû mijara lêpirsînê. Di lêpirsînê de, ku li 19 endamên Meclîsa Şaredariyê ya DBP’ê hatî vekirin, tê gotin navê Kobanê bi fermana KCK’ê li daristanê kirine.

Daristana Kobanê ku beriya bi 2 salan ji hêla Şaredariya Edremîtê ve bi dirûşma ‘Em Edremîta şînahî bêhtir şînahî bikin’ hatibû vekirin bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ bû mijara lêpirsînê. Piştî biryara yek dengî ya li Meclîsa Şaredariyê Daristana Kobanê ku ji hêla Qeymeqamê Navçeyê ve jî hatibû pejirandin bû mijara lêpirsînê, li ser 19 endamên Meclîsê lêpirsîn hate vekirin û li Emniyetê îfade dan, Encûmenên AKP’ê yên ku denge ‘erê’ dabûne navê daristanê ti lêpirsîn li ser wan nehate vekirin.

ÇIMA WE DENGÊ ‘ERÊ’ DA

Li Emniyetê ji Encûmenan pirsin bê ka wan çima denge ‘erê’ daye. Her wiha li Emniyetê ji Encûmên Meclîsa Şaredariyê pirsin bê ka ji bo navê ‘Daristana Bajêr a Kobanê’ ji kê ferman standine.

‘ARMANC KRÎMÎNALÎZEKIRNA XEBATÊN ME YE’

Emniyetê Kader Ortakkaya ku, ya ku li ser sînorê Kobanê hatî  înfazkirin û wêneyê wê bi daristanê ve bû, weke ‘endamê rêxistinê’ nirxand. Piştî ku qeyûm hatibû ser şaredariyê navê daristanê guherandin û navê polîs li daristanê kirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Azim Yacan ku îfade dayî got, ji vê lêpirsînê mebest ew e ku xebatên wan krîmînalîze bikin. Yacan got lêpirsîn ji hêla qeyûm Atif Çîçeklî ve hatiye destpêkirin û got, ‘’Armanc  ew e ku xebatên şaredariya me û siyasetmedarên me krîmînalîze bikin. Li gel ku em bi sed hezaran deng hatine hilbijatin jî qeyûm anîn ser şaredariyên me.’’