'Navê cilên yekreng  êşkence  ye'

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku ferzkirina cilên yek rengî li dijî darizandina adîl û qarneya masumiyetê ye û got ku ev pêkanîn êşkence ye û ti aliyekî vê pêkanînê bê parastin nîne.

Hikûmeta AKP'ê bi Biryara Di Hikmê Qanûnê De (BHQ) ya bi hejmara 696'an, pêkanîna cilên yekreng li ser girtiyan ferz dike. Piştî ev zext hatin rojevê saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî ketin tevgerê. Li dijî pêkanînê li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê Koordînasyona Li Dijî Cilên Yekreng hatin avakirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Êlihê Mehmet Bagatir li ser ferzkirina cilên yek rengî ji ANF’ê re axivî.

‘BERXWEDANA GIRITIYAN BI SER KET’

Bagatir diyar kir ku di salvegera darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdoğan mijara cilên yek rengî anî rojevê û bi gotinên partiya desthilatê ev mijar bû rojev. Herî dawî bi hêjmara 696'an a BHQê kirin biryar û cilên yek rengî fermî kirin. Bagatir da zanîn ku pêkanîn cilên yekrengî ji serdema Osmaniyan ve heye û dîroka wê pir kevn e û wiha axivî: “Di sala 1916'an de ji bo kesên di Nizannameyê de girtî dihatin darizandin islah bikin û rê li pêş firariyan bigirin ev pergal anîn. Pişti komara Tirkiye hat damezirandin bi heman hincetê di sala 1950'an de ev pêkanîn ji nû ve anîn. Herî dawi di 12'ê Îlona 1980'an anîn. Lê ji ber berxwedana girtiyan ev ferzkirin bi ser neket û di sala 1988'an de ji holê rakirin. Di cîhanê de jî mînakê wê hene."  
 
'NAVÊ VÊ ÊŞKENCE  YE' 
 
Bagatir anî ziman ku ev pêkanîn li dijî darizandina adîl û qarneya masumiyetê ye û wiha pê de çû: “Pêkanîna cilên yek rengî, êşkence ye û ti aliyekî vê pêkanînê bê parastin nîne. Li kûdera cîhanê dibe bila bibe, ev pêkanîn tê wateya êşkence yê û ev pêkanîna ne hiqûqî ye. Dema girtî van cilan li xwe nekin, rastî gelek cezayên cuda tên û wiha got: "Ev yek li pêş darizandina dadmend asteng e. Dema wan derxin pêşberî dadger wê bi zorê van cilan li wan bikin. Girtî wê li dijî vê yekê derkevin. Yên li xwe nekin wê êşkencê li wan bikin. Êşkence ya fîzîkî tine be jî dîsa ji ber ku li dijî vîna girtiyan e ev cureyekî êşkence yê ye. Ev tundiya derûnî û êşkenceya derûnî ye."

‘DIVÊ CIVAK LI HEMBERÎ VÊ DERKEVE’

Bagatir got  ku hikûmet dixwaze destpêkê vê pêkanîna cilên yek reng li ser girtiyên siyasî ferz bikin û wiha got: “Ev gava ewil e. Dixwazin girtiyan wek suçdar pênase bikin û ferzkirina cilên yekreng di nav civakê de rewa bikin. Bi vê re derbeke giran li civakê dixin û dê ev yek bibe sedema travmayan û heke ev yek wisa dewam bike wê rê li ber şikestinek mezin veke. Pêwîste civak li hember vê ferzkirinê derbikeve. Li her aliyê civakê divê malbat li dijî vê pêkanînê derkevin û bi girtiyan re bikevin nava têkoşîna hevpar.”