NAV-YEK'ê sersaxî da malbata Elî Boran

Navdar û parêzvanê Xaltaniyê Elî Boran ê Êzidî li Êlihê çû ser dilovaniya xwe. NAV-YEK’ê peyameke sersaxiyê da malbata Elî Boran ê weke xalê Elî dihate nasîn.

NAV-YEK’ê bi peyamekê ragihand ku Elî Boran vê sibehê li nexweşxaneyeke ya Êlihê çûye ber dilovaniya yezdan.

NAV-YEK’ê anî ziman ku Elî Boran weke Eliyê Ferhoya Bişar an jî xalê Elî jî dihate nasîn, ji Eşîra Dena bû û xwediyê gundê Sewdîqê bû. NAV-YEK’ê destnîşan kir ku piştî qirkirina Êzidiyan Xalê Elî cihê xwe berneda û li gundê Hemdûna bi cih bû û xaka xwe parast.

NAV-YEK’ê da diyarkirin ku piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê pêk hat, deriyê xwe ji Êzidiyan re vekir û li gundê Hemdûna bi cih kir û heta dawî alîkarî dan wan.

NAV-YEK’ê herî dawî di peyama xwe de li ser navê hemû sazî û pêkhateyên xwe sersazî ji malbata Elî Boran re xwest û êşa malbatê parve kir.

Elî Boran 79 salî bû û bavê 11 zarokan bû.