NAV-DEM: AKP bi dengên li Ewropayê dikare têk biçe

NAV-DEM'ê got, "tenê du roj man" û bang li dengdêran kir ku qeyda xwe çêbikin. NAV-DEM'ê destnîşan kir ku têkçûna faşîzma AKP'ê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) li ser hilbijartina ferzkirî daxuyaniyeke nivîskî da û bang li dengdêran kir ku demek ji ya din zûtir qeyda xwe çêbikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hilbijartina pêşwext dibe ku bibe pêvajoyeke qedandina faşîzma Erdogan û Bahçelî. Stratejiya bingehîn a faşîzma AKP-MHP'ê kuştina Kurdan e. Gelê Kurd wê tifaqa AKP/MHP'ê qebûl neke, vê hilbijartinê ji bo gelê Kurd û bindestan weke firsendekê bibîne û hesabê komkujiyan bipirse."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa tengav a desthilatadriya AKP'ê û Erdogan û hate gotin, "Divê em van du rojên dawî bi rengê seferberiyê derbas bikin ji bo em karibin serketina xwe ya 7'ê Hezîranê ya li Elmanyayê bi du qatan zêde bikin."

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi girîngiya dengên li Ewropayê hate kirin û hate gotin, "Karê ku niha bê kirin û hilbijartinên 24'ê Hezîranê dikarin bibin amûreke girîng ji bo pêşîgirtina li polîtîkaya qirkirinê ya li Kurdistanê."

NAV-DEM'ê destnîşan kir ku bi encama karê hilbijartinê yê li Ewropayê re wê ev amûr bi rengê herî rast, baş û encamgir bê bikaranîn.

HETA 12'Ê GULANÊ SAET 17'AN

NAV-DEM'ê ev hişyarî û bang kir:

"Bi taybetî Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê; yên hê qeyda xwe çênekirine divê heta 12'ê Gulana 2018'an saet 17'an biçin Konsolosxaneya Tirk û qeyda xwe çêbkin. Yên ku derfetên xwe yên çûyinê nîne, dikarin ji komîsyonên hilbijartinê yên li bajaran hatine avakirin alîkariyê bixwazin. Meclîsên me ji bo alîkariya gel amade ne. Eger hûn qeyda xwe çênekin, hûn ê nikaribin wî dengê xwe yê ku dikare her tiştî biguherîne bide."

'KARÊ ME YÊ BINGEHÎN DIVÊ HILBIJARTIN BE'

NAV-DEM'ê her wiha ji hemû pêkhateyên xwe, meclîs, saziyên neteweyî, komîteyên herêmî û komîsyonan xwest ku giraniyê bidin ser karê hilbijartinê û got, "Heta 19'ê Hezîranê wê karê me yê sereke hilbijartin be. Divê hemû sazî, tevger, hêzên tifaqa hilbijartinê kirine, komîsyonên neteweyî û herêmî divê li gorî vê yekê bixebitin."