Nasnameyên du gerîlayên jin ku jiyana xwe ji dest dabûn hate ragihandin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayên jin ku 23’yê Nîsanê  li Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn ragihand.

HPG’ê di daxuyaniyê de got, ‘’ Ji ber ku nasnameya hevalên me bi derengî zelal bû, me daxuyanî bi derengî daye.’’

Di malpera HPG’ê de daxuyanî wiha ye;

Di daxuyaniya xwe ya 28’ê Nîsanê de me gotibû,  20’ê Nîsanê li Pasûrê ya Amedê dewleta Tirk li 7 gundan ‘qedexeya derketina derve’  ragihandibû û piştre li qada bejahiyê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me yên gerîla bi kemîndanînê û bi çalakiyên sabotajê bersiv dabûn û 6 leşker hatibûn kuştin. Me diyar kiribû ku artêşa Tirk teknîk pir zêde bi kar anîbû, bombe avêtibûn û di şerê di navbera hêzên me û artêşa Tirk de 2 gerîlayên me yên jin şehîd bûbûn.

Ji ber ku nasnameya hevalên me bi derengî zelal bû, me daxuyanî bi derengî daye. Ji ber vê derengmayinê di serî de ji  gelê me, em lêborîna xwe ji malbatên xwe yên Karataş û Demîrpolat lêborînê dixwazin.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me wiha ne;

Nasnav: Ararat Dîlan
Nav û Paşnav: Zîlan Karataş
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik - Bav: Nerîman - Kerem
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 23'yê Nîsana 2017

Nasnav: Sozdar Avesta
Nav û Paşnav: Buşra Demîrpolat
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Guneş - Hanifi
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 23'yê Nîsana 2017