Nasnameya şervanekî Erka Xweparastinê hate eşkerekirin
Şervanê Erka Xweparastinê ya Kantona Efrînê Remezan El-Hesen, duh di encama teqîna mayînekê de li gundê Ehrezê jiyana xwe ji dest da.
Şervanê Erka Xweparastinê ya Kantona Efrînê Remezan El-Hesen, duh di encama teqîna mayînekê de li gundê Ehrezê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Efrînê bi daxuyaneke nivîskî nasnameya şervanekî yê li gundê Ehrezê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Remezan El-Hesen duh li kolaneke gundê Ehrezê di encama teqîna meyînekê de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Remezan El-Hesen ji leşkerên dewreya 7. bi dilxwazî di 1.9.2016'an de berê xwe dabû navenda erka xweparastinê ya li Herêmên Şehba yê."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanê jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî ye:
Nav û paşnav: Remezan El-Hesen
Navê Dayik : Ayşe
Navê Bav: Yûsîf
Dem û cihê jidayikbûnê: 1989 / Ehre-Herêma Şehba
Dema destpêkirina erka xweparastinê: 01.09.2016
Cih û dema şehadetê: Ehrez – 25.02.2017