Nasnameyên gerîlayên li Dersimê şehîd bûn hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameyên 7 gerîlayên li Dersimê roja 1'ê Mijdarê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameyên 7 gerîlayên li Dersimê roja 1'ê Mijdarê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand û nasnameyên 7 gerîlayên 1'ê Mijdarê li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Artêşa TC a faşîst, di şerê li Kurdistanê de her roj derban ji hêzên me yên gerîla dixwe û ji bo van derbên xwarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre, xwe serketî nîşan dide. Di her operasyon û şer de hêzên me yên gerîla bi xurtî li ber xwe didin û li gelek cihan dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Li hin cihan şehîdên me rû bidin jî, bi giştî kuştiyên dijmin gelekî zêde ye û nagihêje armanca xwe. Roja 1'ê Mijdarê li qada Sîdar a Dersimê, di operasyona artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Artêşa TC bi teknîka xwe û balafirên şer demeke dirêj bombe li herêmê barand û piştre ji bejahî ve xwest oeprasyonê bimeşîne. Komeke ji gerîlayên me ku di dema operasyonê de li herêmê bû û hevalê me Savaş Ûrfa fermandarî jê re dikir, li hemberî hêza dijmin şerekî giran kir. Di vî şerî de ku bi saetan dewam kir fermandar Savaş û hêza gerîla ya pê re heta fîşeka dawî bi rengekî bê heman şer kirin û kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Di vî şerî de heval Savaş û 7 hevalên me yên pê re şehîd bûn. Nasnameya hevalekî me yê şehîd bû hê zelal nebûye.
Nasnav: Savaş Ûrfa |
Nasnav: Cîhan Amed |
Nasnav: Çekdar Cîzre |
Nasnav: Dozdar Ararat |
Nasnav: Hêlîn Mûnzûr |
Nasnav: Medya Dêrik |
Nasnav: Tolhildan Semsûr |
Berxwedana hevalê Savaş û hevalên me yên pê re, kevneşopiya berxwedanê ya Dersimê dewam kir û mîna di dîroka vê erdnîgariyê de tê dîtin îro jî serî li ber dijminê faşîst netewand. Dewleta TC a faşîst, bi berxwedana ku li çiyayên Dersimê li dijî êrîşên wê yên qirkirina Kurdan rast hat, careke din şoq bû û dost û dijmin her kesî dît ku pêşî li îradeya gelê Kurd nikare were girtin. Fermandar Savaş û hevrêyên me yên pê re, ji bo avakirina jiyana azad a li Kurdistanê careke din rê û rêbazên berxwedana li dijî faşîzmê nîşanî me dan.
Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevalên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Di şexsê şehîdên me yên Dersimê de em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin."