Nasnameya gerîlayekî şehîd hate eşkerekirin

HPG’ê diyar kir gerîlayê bi navê Diyar Xoşnav li Garê di qezayekê de şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di 10’ê Gulana 2023’an de li qada Garê di encama qezayekê de hevrêyê me Diyar Xoşnav şehîd bû. Hevrêyê me Diyar ku bi hest û hişmendiyeke neteweyî beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bû, weke zarokekî leheng ê Başûre Kurdistanê, bi vê beşdariya bi rûmet ji bo hemû ciwanên Kurdistanê û bi taybet ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê bûye mînak. Hevrêyê me Diyar ku bi hezkirina welatê xwe li dijî polîtîkayên penaberiyê yên li ser ciwanên Kurd û li dijî xeyalên derewîn ên azadiyê têkoşîn hilbijart, bi pratîka xwe ya serkeftî û kesayeta xwe ya Apoyî îspat kiriye ku azadiya rast li çiyayên pîroz ên Kurdistanê ye.

Hevrêyê me Diyar li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker a dagirker ji nav gelê me yê Başûrê Kurdistanê derket û tevlî nava refên gerîla bû. Vê beşdarbûna hevrêyê me Diyar ji bo malbata wî û ji bo hemû gelê Başurê Kurdistanê bûye cihê serbilindiyê û wî rêya têkoşînê nîşan daye. Em soza xwe ya ji bo bîranîna hevrêyê me Diyar dubare dikin û sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê û bi taybet ji malbata wî ya hêja re dixwazin.

Nasnameya hevalê me Diyar Xoşnav wisa ye:

  Nasnav: Diyar Xoşnav

  Nav û paşnav: Çawan Mihemed

  Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

  Navê dê û bav: Leyla - Mihemed

  Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2023’an / Garê

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku ti carî nehişt hêzên dagirker welatê me dagir bikin. Başûrê Kurdistanê her tim bûye qada berxwedanê ya di asta herî jor de. Di van berxwedanên bi dehan salan de hat kirin de bi deh hezaran zarokên leheng şehîd bûn, lê dîsa jî dest ji doza azadiyê berneda. Di vê berxwedana bi dehan salan de bi deh hezaran zarokên mêrxas şehîda ne û ligel ku bi sed hezaran mirovên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne, wan di berxwedana xwe ya azadiyê de her dem israr kirin û jiyaneke bêrûmet qet qebû nekirine. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li hemberî talankirina van destkeftiyên ku piştî berxwedanên mezin ji aliyê him malbatan ve hatine kirin, her dem serbilind sekiniye û bi vê helwesta xwe girêdana xwe ya ji bo şehîdan her dem nîşan dide. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê rûyê rast vê van malbat û partiyên ku Kurdistan pêşkêşî hêzên dagirker kirine dîtine û hêviya xwe ya azadiyê bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve girêdane.

Hevrêyê me Diyar ku li Hewlerê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, ji têkoşîna gerîla ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê jî bandor bû û fêm kir ku divê ew jî weke ciwanekî Kurd di nava parastina gelê me de cih bigire. Li ser vê bingehê dest bi lêgerînê kir û tevlî nav xebatên Komalên Ciwan bû. Di van xebatan de hevalên xwe yên weke wî dixwestin ji bo gelê me têbikoşin, tevlî nav xebat û têkoşînê kir.  Hevrêyê me Diyar ku bi pratîka xwe ya serkeftî derdikeve pêş, bûye pêşengê ciwanan. Di dema xebata xwe de Partiya me û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas kir û her roj zêdetir felsefeya Rêbertiya me fêm kir. Her wiha fêm kiriye ku her pêşketineke li Kurdistanê û her destkeftiyekî gelê me bi saya keda pîroz a şehîdên me pêk hatiye. Ji ber vê yekê her tim xwe deyndarê şehîdan hîs kir û biryar da ku ji bo layiqî şehîdan be, divê têkoşîneke xurtir bike. Li ser vê bingehê derfetên jiyana rihet ên sîstemê red kir, jiyana bi rûmet tercîh kir û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, demeke dirêj li navenda Komalên Ciwan di nava xebatan de cih girt û di vê demê de xwe hînî jiyana gerîla û çiyayan kir. Kete bandora çiyayên Kurdistanê ku mirovan rizgar dike û gav bi gav ber bi azadiyê ve meşiya û xwe ji nû ve afirand. Bi perwerdehiya ku li vir stend, di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû û li ser vê bingehê hewl da xwe bigihîne kesayeta Modernîteya Demokratîk. Dîsa bi perwerdehiya ku wergirtî welatparêzî û şoreşgerî ji nû ve pênase kir û pê hesiya ku welatparêzî û şoreşgeriya rast tê wateya ku divê xwe ji bo gelê me feda bike. Li ser vî esasî her tim xwe di warê bîrdozî û leşkerî de perwerde kiriye. Serdema nû li ser esasê kûrkirina feraset û taktîkên gerîlatiyê sekiniye. Dixwest ligel hevrêyên xwe, li qadên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dijmin şer bike. Hevrêyê me Diyar ku di sala 2021’an de derbasî herêma Garê bû, beşdarî xebatên li vê qadê bû. Her çendî xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû jî, ji bo zêdetir tecrubeya leşkerî bi dest bixe, li herêma Garê hat wezîfedarkirin. Li vir, ew beşdarî gelek lêkolînan bû, bi taybetî jî di warê amadekariyên şerê tunelê de xebitî. Bi ked û fedakariya xwe ya di van xebatan de bû milîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî ew ji xwe re wekî mînak didîtin.

Hevrêyê me Diyar ku dema amadekariya şer dikir de, di qezayeke ne xweş de şehîd bû û vê şehadeta wî hemû hevrêyên wî xemgîn kir. Em hevrêyên wî yên ku ji bo azadiya gelê me di heman refan de şer dikin, di şexsê heval Diyar de em ê hewl bidin layiqî hemû şehîdên xwe bin û em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşînê geştir bikin.”