Nasnameya gerîlayekî ku li Xakurkê şehîd bû hate ragihandin

Agahiyên nasnameyê yê gerîlayekî ku 14'ê Gulanê di êrîşa hewayî ya hêzên dagirker ên Tirk de, ya li ser herêma Xakurkê şehîd bûyî hate ragihandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''14'ê Gulanê dema ku balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî bire ser herêma Xinêrê ya Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me Yusuv Aslan (Aslan Kalkan) şehîd bûye''.

Di daxuyaniyê de têkilî jiyana têkoşîna yê gerîla wiha hate gotin:

''Hevrê Yûsif ku 1975'an li navçeya Sarizê yê Qeyserî jidayik bûyî, hê bi ciwanî zehmetiyên jiyanê dibîne û ji ber sedemên cuda 1992'an diçine Ewropayê. Dema li Ewropayê hevrê Yûsuf Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike, li vir texlî nav xebatên siyasî dibe. Hevrê Yûsuf ku dikeve ber bandora çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan (Zeynep Kinacî) ya sala 1996'an, bi gotina ''encex li dijî faşîzmê bi şerekî fedayî mirov dikare gelê xwe azad bike'' 1997'an tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurditanê dibe. Hevrê Yûsuf ku demek dirêj ji welêt dûr mayî, bi vê bêrîkirinê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, li Xakurkê dest bi gerîlatiyê dike. Di demeke kurt de entegreyî jiyana gerîla dibe û hevrê Yûsuf tim xwe deyndarî gelê xwe dibîne, bi hêza ku ji nêz ve îdeolojiya Apogerî dinase, zêdetir xwe bi têkoşînê ve dijdîne.

Li gel Xakurkê piştî ku demeke dirêj li Şehîdan û Garê têdikoşe bi Pêngava 1'ê Hezîranê re diçe Eyaleta Amedê ku tim bêrî lêdikir û xeyal dikir li wir gerîlatiyê bike. Piştî bi 6 salan hevrê Yûsuf ku li eyaleta Amedê mohra xwe li ser gelek xebatên serkeftî dixe, piştre vedigere Qadên Parastinê yên Medyayê û li gelek eyaletan xebatên girîng dike.

Hevrê Yûsuf ku bi kesayatiya xwe ya çalakger û jidiliya têkilyan di nav hevalan de pir jê tê hezkirin ne tenê ji hêla xebatên leşkerî ve her wiha di hêla îdeolojîk û siyasî de jî pir geş dibe. Hevrê Yûsuf ku bi bêrîkirina jiyaneke dadmend a mirovahiyê xwe li têkoşînê pêçabû û digot, ''Min şad û bextewar dike ku bi qasî hêza xwe tiştekî ji bo welatê xwe, gelê xwe, Rêbertiya xwe û şehîdan bikim'' û bi vê çarçoweyê nêzî 22 salan bi kedeke mezin xizmetê ji gelê xwe re dike. Xwedîderketin li bîranîna hevrê Yûsuf, ji bo me hevrêyên mayî peywireke girîng e.''

HPG'ê dawiyê got, ''Bi vê çarçoweyê di serî de serê malbata hêja ya Kalkan serê gelê Kurdistanê sax be, em soz didin ku alaya têkoşînê ya ku hevrê Yûsuf Aslan dewrî me kiriye bigihînin serfiriziyê.''