Nasnameya 9 şehîdên Minbicê

Ji welatiyên li navenda Minbicê ji ber êrîşa xwekujî şehîd bûn, nasnameya 9 sivîlan eşkere bû.

Li kolana Sîndîs a navenda bajarê Minbicê, li ber restûranta Qesir El-Ûmeraa doh saet 12:38'an êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber êrîşê 4 jê leşkerên Emerîkê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Navê çend ji şehîdan: Ji gundê Qeraayê Yasir Ehmed El-Xelef, ji Helebê Fadiya Ebûd û çeka wê Seher Milhim, xebatkarê restûrantê Mihemed El-Ehmed, ji gundê Um Celûdê Hesen Henkorî, Yasir Xewlî Eqasî yê ji Şehbayê koçî Minbicê kiribû, ji gundê Hac Ebdîneyê Red El-Kurdî, ji gundê Bilind ê Kobanê Hemze Şiya û ji gundê Xerab Zir ê Kobanê Weyso Faris.

Hate ragihandin, cenazeyên ku şehîdan jî li morga Nexweşxaneya Firatê ye.

Ji rayedarên nexweşxaneyê Ehmed El-Hîto got, piraniya cenazeyan ji aliyê malbatan ve hatin girtin û veşartin.