Nasnameya 7 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin

YPG’ê, nasnameya 7 şervanên di Pêngava Xezeba Firatê yên li dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 7 şervanên di dem û dîrokên cuda yên Pêngava Xezeba Firatê yên li gundê Kas Icêl û bajarokê El Kerama jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Pêngava Xezeba Firatê ya qonaxa sêyemîn ku ji bo dorpêçkirina bajarê Reqayê hatibû destpêkirin bi 3 milan ve bi hemû hêza xwe didome. Şervanên Hêzên Suriye ya Demoqratîk(QSD), YPG û YPJ gav bi gav ber bi bajarê Reqayê ve pêşve diçin. Çeteyên DAIŞ’ê her ku diçe dikevin dorpêça şervanan ji ber wê bi her cureyan êrîşî şervanên Xezeba Firatê dikin.

YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Bajarokê El Kerama û gundê Kas Icêl ku dikevin rojhilatê Reqayê ji aliyê şervanên Xezeba Firatê ve hatine rizgarkirin. Ev gund û bajarok cihên strajîk yên DAIŞ’ê bû. Ji ber wê çeteyên DAIŞ’ê ev 10 roj in bênavber bi wesayîtên bombebarkirî, bi hejmarekî mezin êrîş li van deran dike. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di bin sîwana QSD’ê de rolên pêşeng digirin ser milên xwe li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û ji bo rizgarkirina Reqayê bi fedekariyekî mezin têdikoşin. Gundê Kas Icêl û El Kerama de 6 şervanê me têkbirina êrîşên çeteyan de bi lehengî berxwe dan û gihiştin asta şehadetê.

Hevalê me Mizgîn ku ji bajarê Hesekê ye encama nexweşiyekê giran de şehîd ketiye.

Weke YPG û YPJ’ê tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin. Di serî de malbatên şehîd û gelên Rojava û Bakurê Suriyeyê re sersaxiyê dixwzin. Soza şopandin û bilindkirina têkoşîna şehîdan nû dikin.”

Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasanv: Amed Til Temir

Nav û Paşnav: Acil Ebdilezîz

Navê Dayikê: Eyşê

Navê Bav: Ebdilezîz

Cihê Jidayikbûnê: Um Hıcêra/Hesekê,

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Êcil/ Reqa-18-3-2017

 ***

Nasanv: Çekdar Mizgîn

Nav û Paşnav: Şêhmus Demir

Navê Dayikê: Remziye

Navê Bav: Edîb

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Êcil/ Reqa-18-3-2017

***

Nasanv: Egîd Hesekê

Nav û Paşnav: Faiq Elelî

Navê Dayikê: Ziheya

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Êcil/ Reqa-18-3-2017

***

Nasanv: Harûn Qamişlo

Nav û Paşnav: Hisên Hesen

Navê Dayikê: Leylî

Navê Bav: Hevas

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama/ Reqa- 21-03-2017

 ***

Nasanv: Mizgîn Şahîn

Nav û Paşnav: Mihemed Şakir

Navê Dayikê: Nûra

Navê Bav: Said

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê/ 23-3-2017

***

Nasanv: Murad Til Temir

Nav û Paşnav: Raid Xidir

Navê Dayikê: Naîme

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Til Temir 1997

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Êcil/ Reqa-18-3-2017

***

Nasanv: Siyamend Dêrik

Nav û Paşnav: Cûdî Ibrahîm

Navê Dayikê: Zozan

Navê Bav: Yusuf

Cihê Jidayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kerama /Reqa-22-03-2017