Nasnameya 4 gerîlayên jin ên li Dambatê şehîd bûn

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên jin û du milîsên meha Cotmehê li herêma Dambat a Serhedê di şerê dijî hêzên artêşa Îranê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser mijarê ev agahî hatin dayin:

"25'ê Cotmeha 2017'an li herêma navbera mintiqeya Tavşan tepesî û Germav ên li qada Dambat a herêma Serhedê, ji ber komployeke hêzên artêşa Îranê, di navbera artêşa Îranê û hêzên me de şer derketibû û 4 hevalên me yên jin û milîsên me yên bi navê Mecît û Saît heta fîşeka dawî li dijî dijmin şer kiribûn û gihîştibûn şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd ketin wiha ye:

Nasnav: Berçem Zîlan
Nav paşnav: Zîlan Oktar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayser-Osman
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2017 / Dambat

Nasnav: Dîlan Serhat
Nav paşnav: Zîlan Esen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Çîgdem-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2017 / Dambat

Nasnav: Jiyan Aysel
Nav paşnav: Xezal Bartû
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Rabîa-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2017 / Dambat

Nasnav: Nalîn Aşûg
Nav paşnav: Guzel Aşna Xelafiyana
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Zeynep-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Cotmeha 2017 / Dambat