Nasnameya 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Ernesto, Gelhat û Delîl ênl i Avaşînê destan nivîsandin, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di pêvajoya operasyonên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de ku 23'ê Nîsanê li Eyaleta Avaşînê da destpêkirin, li qada Şehîd Serdar li hemberî êrişên hovane yên dijmin, hevrêyên me bi îradeyeke qewîn têkoşiyan û derbên giran li dijmin xistin. Berxwedana destanî ya hevrêyên me Ernesto, Gelhat û Delîl ku bi rojan dewam kir, artêşa Tirk a faşîst dîn û har kir, li ser vê yekê dijmin bi rê û rêbazên derveyî exlaqî li dijî hevrêyên me yên li çeperên şer gazên bi jehr bi kar anî û xiyanet û teslîmiyet ferz kir. Lê belê hevrêyên me Ernesto, Gelhat û Delîl li hemberî êrişên derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk a mêtinger bi kêliyekê jî dudil nebûn û bi baweriyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kirin, hem li dijî teslîmiyetê hem jî li dijî dewleta Tirk a mêtinger bersiva pêwîst a milîtanên fedayî yên Apoyî dan.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ernesto Zagros
Nav paşnav: Ozan Ekîncî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nazîfe-Abdulselam
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2021 / Avaşîn

Nasnav: Gelhat Gabar
Nav paşnav: Mehmet Kadrî Ezen
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kûdret-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2021 / Avaşîn

Nasnav: Delîl Amed
Nav paşnav: Mehmet Bûrakmak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fehîme-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2021 / Avaşîn

ERNESTO ZAGROS

Hevrêyê me Ernesto li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hîn di temenê zarokatiya xwe de polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelê me dît. Di heman demê de şerê azadî û hebûnê yê gelê Kurd ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin, bi saya derdora xwe nas kir. Bi vî rengî bi çandeke ji hişmendiya Kurdîtiya welatparêz mezin bû û bi hezkirineke mezin nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng gerîla bû.

Hevrêyê me Ernesto sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû ku hingî dewleta Tirk ji bo tunekirina destketiyên gelê me bi destê çeteyên DAÎŞ'ê êriş dikir. Hefvrêyê me Ernesto tevlîbûna li nava gerîla weke wezîfeyeke wijdanî û însanî dît û beşdarî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî gerîla bû û pê ve li pêşberî heybeta çiyayên Zagrosê efsûnî bû û bû evîndarê çiyê. Ji ber vê yekê jî ji roja dest bi gerîlatiyê kir heta kêliya şehadetê ji Zagrosan qut nebû, bû hevrêyekî leheng ê Zagrosan. Hevrêyê me Ernesto demeke kurt piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi jîr û zîrekiya xwe, gerîlatî bi her awayî fêhm kir û ber bi gerîlatiya profesyonel ve bi gavên ji xwe bawer meşiya. Tevî ku di nava pêvajoyên zor û zehmet re derbas bû, bi coş û moralê şoreşgerî zehmetî ji ber xwe rakir û hîn bêhtir bû xwedî tecrûbe. Hostatiya xwe ya di gerîlatiyê de bi sekna li dijî êrişên dijmin raxist pêş çavan û bi milîtanekî pêşeng ê çalakiyan ku gelek dagirker lê hatin cezakirin. Li gel pratîka xwe her wiha ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe bi pêş ve bir û bi hesasiyeteke mezin hewl da felsefeya jiyanê ya Apoyî, di serî de têkiliyên hevrêtiyê li nava tevahiya jiyanê belav bike. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên mêtingeriya Tirk ên li ser herêma Avaşînê, ji kêliya destpêkê û pê ve bi hêrsa tolhildana salan hevrêyê me Erneosto bersiv da û rêveçûna şer diyar kir. Kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî ku li Avaşînê bênavber dewam dike, Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ku li ser vê kevneşopiyê hate destpêkirin, mînaka şênber a vê yekê ye.

GELHAT GABAR

Hevrêyê me Gelhat li bajarê Şirnexê yê Botanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm navenda têkoşîna me ya gerîla ye. Mîna her zarokekî Kurd ê li Botanê mezin bû, rastiya dijmin hîn di zarokatiyê de nas kir û têgihîşt. Polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo asîmîlekirina gelê me dimeşîne her roj bêhtir nas kir û ev yek bû sedem ku hêrseke mezin bi hevrêyê me Gelhat re çêbibe. Li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ku di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de ji sala 2015'an û pê ve ji bo tunekirina tevgera me û qirkirina gelê me xiste meriyetê, hevrêyê me Gelhat li Şirnexê tevlî nava refên berxwedanê bû. Li Berxwedana Xweserêveberiya ya li Şirnexê bi fedakarî têkoşiya, bi berxedana xwe nîşan da ku ti carî serî li ber dijmin natewîne. Tevî ku di şer de yê li Şirnexê birîndar bû, ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê kêm nekir, têkoşîna xwe piştre li çiyayên Kurdistanê dewam kir.

Hevrêyê me Gelhat ku di asta pêşengiyê de tevlî berxwedana dîrokî ya li Avaşînê bû, bi baweriya ku bi ruhê serdemê serketin di şer de dikare bê misogerkirin, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi vê hişmendî û asta xwe ya têgihiştinê li her qadê bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Gelhat ku li Şirnexê di şer de karakterê faşîst ê artêşa Tirk baş nas kir, li qada Şehîd Serdar bi hemû hêza xwe êriş bir ser leşkerên dijmin û pêşengî ji cezakirina gelek dagirkeran re kir.Di hevrêtiyê de bi taybetmendiya xwe ya jidilbûyîn, kedkarî û durustiyê ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Weke milîtanekî fedayî yê şerê azadî û hebûnê yê li Avaşînê tevlî nava karwanê nemiran bû.

DELÎL AMED

Hevrêyê me Delîl Amed li paytexta me Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û ji ber welatparêziya derdora xwe Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Siyaseta dewleta Tirk a qirker a ji bo tunekirina gelê me bi çavên xwe dît, lê belê ev siyaset û qirkirin ti carî qebûl nekir. Di heman demê de nerazîbûn nîşanî rêbaza jiyana heyî ya pergalê da û weke kesayetekî serhildêr timî kete nava lêgerîna li jiyaneke azad.

Hevrêyê me Delîl di felsefeya Rêber Apo de bersiva lêgerînên xwe dît û bi her awayî bi Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê hate girêdan. Ji bilî jiyana azad a bi pêşengiya Rêber Apo rêbazeke din a jiyanê qebûl nekir. Ji bo bibe şervanekî pêşeng ê vê jiyanê gelekî ked da, hewl da. Ji bo di gerîlatiyê de profesyonel bibe û bersivê bide hesreta azadiyê ya gelê me, di çarçoveya pêwîstiyên serdema nû de giranî da ser perwerdeyên pisporbûyînê. Ji aliyê îdeolojîk ve jî timî xwe bi pêş ve bir û bû milîtanekî fedayî. Hevrêyê me Delîl bi dilxwaziyeke mezin bi bedewiya xwezaya Avaşînê, bi têkiliyên hevrêtiyê ve hate girêdan. Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser vê cografyaya mîna bihuştê ya Kurdistanê, tevlî gelek çalakiyan bû û derb li dijmin xist. Di êrişên dawî yên dewleta Tirk de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Li dijî bangên xiyanetê yên hin kesayetên riziyayî û teslîmiyeta dijmin, ji sekna xwe ya serbilind tawîz neda û bi rengekî fedayî şehîd bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Ernesto, Gelhat û Delîl ênl i Avaşînê destan nivîsandin, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ên leheng bi serketinê tacîdar bikin."